Şêniyên Qamişloyê şehîd Mustefa Hito oxir kirin

Bi sedan şêniyên bajar û gundewarê Qamişlo cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mustefa Hito spartin axê.

17 tîrmeh, 2020   18:12
QAMIŞLO

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mustefa Hito yê 15'ê Tîrmehê di encama nexweşiyê de şehîd bibû, bi merasîmekê bi heybet li goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo hate veşartin.

Şêniyan cenaze ji ber avaniya meclisa taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergirtin û bi kerwanekî ji dehan erebyan ber bi goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve bi rê ketin.

Cenaze li goristanê bi diruşmeyan hate pêşwazîkirin. Li goristanê merasîmek hate lidarxistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatênn Şehîdan Îsam Îbrahîm sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina xeta şehîdan da.

Ji rêveberên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Feyroşah Remedan axivî û got, bi saya fedekariyên şehîdan herêmê di nava aramî û aştiyê de ye.  Her wiha bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagireker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: "Dagirker çi dike bile bike, di dawiyê de wê bi bin bikeve. Ji ber ku em hêz û îradeya xwe ji şehîdên xwe û ramanê Rêber Abdullah Ocalan digirin."

Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê ya herêma Cizîrê Beşîr Ebdulkerîm axivî û got: "Em sersaxiyê ji malbata şehîd, hevalên wî û ji xwe re dixwazin. Şehîd Mustefa tevî temenê xwe yê mezin ji yên yekmeîn bûn ku tev li Hêzên Erka Xweparastinê bû, da ku xizmeta welat û doza wê bike. Her tim moral û destek dida hevalên xwe û rihê welatparêziyê di nav wan de diçand."

Di merasîmê de, biraziyê şehîd Mustefa, Hisên Elî Hito çeka apê xwe rakir û soza şopandina xeta wî da.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Zîwer Şêxmûs nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Di dawiya de cenazeyê şehîd Mustefa Hito di nava durşme û tilîliyên dayikan hate veşartin.

Sibe konê serasxiyê li mala şehîd li taxa Qidurbeg dê were vedan.

ANHA