Yewnanistan: Dewleta Tirk ewlehiya herêmê dihejîne

Serokerkanê artêşa Yewnanistanê Constantinos Florus duh dewleta Tirk wek xetereya li ser ewlahiya herêmê û Deryaya Spî bi nav kir.

Yewnanistan: Dewleta Tirk ewlehiya herêmê dihejîne
17 tîrmeh, 2020   12:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Constantinos Florus destnîşan kir ku hêzên wî ji bo parastina yekitiya axa welatê xwe û mafên serdestiya wî li hember her tehdîdeke dewleta Tirk amade ne.

Her wiha pêwîstiya koordîneyê di navbera dewletên rojhilatê Deryayê Spî de ji bo parastina ewlehiya herêmê xuya kir.

Nakokiyên di navbera dewleta Tirk û Yewnanistanê de di çend mehên dawîn de li ser dosyaya penaberan, lêgerîna gazê û lihevkirina di navbera Enqere û hikumeta Wîfaq a Lîbyayê de zêde bûn.

Daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Fransayê roja duşemê da xuyakirin ku helwesta dewletên Yekitiya Ewropayê (YE) ji bo piştgiriya Qibris û Yewnanistanê li hember siyasetên dewleta Tirk yek e.

Li aliyekî din wezîrê karên derve yê Almanyayê Heiko Maas di axaftina xwe de li hember Komîteya Kar û Barên Derve ya Parlamentoya Ewropayê got: “Reftariya dewleta Tirk li ser asta herêmî nayê qebûlkirin.”

Nûnerê siyaseta derve ya YE`yê Josep Borrell duşemê têkiliya di navbera YE û dewleta Tirk de wek ne baş wesifand.

Dewletên YE`yê her tim bang li Enqereyê dikin ku tevgerên yekalî li Deryaya Spî pêk neyne û bang lê dikin ku bi awayekî çalak tev li dan û standinên Lîbyayê bibe da ku bigihêjin çareseriyeke siyasî.

(şx)