Li Iraqê waliyê Bexdadê hate kuştin

Berdevkê fermî yê Fermandariya Artêşa Iraqê lîwa Yehya Resûl, roja çarşemê ragihand ku hêzên istixbaratî waliyê Bexdadê û alîgirê wî yê ragihandinê bi çalakiyekê kuştin.

Li Iraqê waliyê Bexdadê hate kuştin
16 tîrmeh, 2020   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan "El-Someriye" Resûl di daxuyaniyekê de got: "Hêzên istixbaratî ya niştimanî ya Iraqê  bi çalakeyeke taybet waliyê Bexdadê Umer Şelal Ubêd El-Kernebî û alîgirê wî yê ragihandinê Leys Cemal (Ebû Bera)û cîgirê wî yê El-Erebî kuştin".

Di heman çarçoveyê de, şaneya ragihandinê ya Ewlehiyê  di daxuyaniyekê de got : "Balafirên Koalîsyona Navnetewî bi erêkirina fermandariya operasyonên hevpar rêzeçiyayên Qertac bombebaran kir û di encamê de 7 çeteyên terorî di hundirê toneleke de hatin kuştin".