Hêzên dagirker ên Tirk hêzên hikumeta Sûriyê topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker  û çeteyên wê herêmên di bin serwriya hêzên hikumeta Sûriyê topbaran kir.

Hêzên dagirker ên Tirk hêzên hikumeta Sûriyê topbaran kirin
16 tîrmeh, 2020   09:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye(SOHR) ragihand ku vê sibê artêşa Tirk bi moşekan êrişî bajarê Seraqib ê di bin serweriya hêzên hikumetê de kir. Di heman demê de di saetên derengiya şevê de hêzên hikumetê jî Fetîra, Kenseqra, Sifûhin, Filêfilê ya li başûrê gundewarê Idlibê topbaran kir.

Duh SOHR`ê diyar kir ku li eniyên gundê Kensefra yê li Çiyayê Zawiyê yê li başûrê Idlibê 3 çete hatin kuştin, her wiha hêzên hikumetê jî duh zêdetirî 350 top û moşek avêt herêmên gundewarên Idlibê .

Li aliyekî din jî bersiva êrişên li dijî gund û herêmên gundewarên Idlibê hate dayîn û artêşa Tirk û çeteyên wê odeya çalakiyên"Fetih El-Mubîn" bi dehan moşek û top komên hêzên hikumetê yên li Kefernibil û gundewarên  ên li gundewarên başûrê Idlibê kirin armanc.

(eh)