Serokê hikumeta Tunisê îstîfa kir

Serokê hikumeta Tunisê Îlyas El-Fexfax piştî nakokiyên kor bi Partiya Nehdayê re îstîfa kir û Qeys Seyîd ji bo vê erkî erkedar kir.

Serokê hikumeta Tunisê îstîfa kir
15 tîrmeh, 2020   17:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Tê payîn ku Seyîd di nava çend rojên bê de kesekî din erkdar bike da ku di nava kêmî 2 mehan de hikumetê ava bike.

Çavkaniyan ji Reutrsê re got, Serokwezîrê Tunisê Îlyas El-Fexfax piştî çend saetan ji daxwaza serokê Tunisê ya îstîfakirinê, îstîfaya xwe pêşkêş kir.

Medyaya Tunisê destnîşan kiribû ku, serokê Qeys Seyîd ji serokwezîr Îlyas El-Fexfax û hikumeta wî xwest ku îstîfa bikin.

Buroya parlementoya Tundisê daxwaza rakirina baweriyê ji hikumeta El-Fexfax ji serokê Tunisê kiribû.