Yekitiya Rewşenbîran panelek li Dêrikê li dar xist

Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê bi sernavê "Destpêkê Rojava" li Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya bajarê Dêrikê, panelek li dar xist. Bi dehan rewşenbîrên herêmê beşdarî panelê bûn.

Yekitiya Rewşenbîran panelek li Dêrikê li dar xist
Yekitiya Rewşenbîran panelek li Dêrikê li dar xist
Yekitiya Rewşenbîran panelek li Dêrikê li dar xist
Yekitiya Rewşenbîran panelek li Dêrikê li dar xist
Yekitiya Rewşenbîran panelek li Dêrikê li dar xist
Yekitiya Rewşenbîran panelek li Dêrikê li dar xist
14 tîrmeh, 2020   19:43
QAMIŞLO

Di panelê de mijarên; Şoreşa Rojava û destkeftiyên ku gel bi dest xistine, kêmasiyên di şoreşê de derketine û çawaniya derbaskirina wan û girîngiya yekitiya netewî li gel êrişên li ser herêmê, hatin nîqaşkirin.

Piştî ku deqeyekê rêz hate girtin, Bradost Mîtanî, Beşîr Mele û Ebûd Mexso nîqaşên bi rê ve birin.

Destpêkê, Ebûd Mexso behsa Şoreşa Rojava û destkeftiyên gel kir û wiha got: "Bi destpêkirina şoreşê li Sûriyê re, gelê Kurd xeta sêyemîn girt û ji hemû aliyan ve ji avakirina komînan heta ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku hemû pêkhate û beşên civakê girt nava xwe, xwe bi rêxistin kir."

Ebûd Mesxo destnîşan kir ku şêniyên Rojava bi têkoşîn û berxwedana xwe, şerê komên çete yên wekî Cebhet El-Nusra, çeteyên DAIŞ`ê û dewleta Tirk kir û dengê azadiyê gihand tevahî cîhanê. Vê yekê bi xwe re piştevaniya gelan bi berxwedana YPG, YPJ û QSD`ê re anî. Her wiha bi hezaran ciwanên parçeyên din ên Kurdistanê û dewletên derve berê xwe dan herêmê û di xendekekê de bi hev re bersiva êrişên li dijî gelên herêmê dan."

Mesxo wiha domand: "Li ser xaka Rojava xwîna hemû pêkhateyan bû yek, da ku ji dagirkeran re careke din îspat bikin ku tu kes nikare li hemberî gelên azadîxwaz bisekine."

Beşîr Mele jî behsa kêmasiyên şoreşê û çawaniya derbaskirina wan kir û wiha got: "Tevî destkeftiyên ku gelê Rojava bi dest xistine jî, hin kêmasiyên ku bandorên neynî kirin derketin, wekî koçberiyê û lawazbûna xebatê saziyên xizmetgûzariyê. Lewma hinekî gel ji şoreşê û rêveberiyê dûr ket û rê li pêşiya şaneyên DAIŞ`ê û Tirkiyê vebû ku li herêmê bi tevger bibin. Da ku em van kêmasiyan derbas bikin, divê em car din mekanîzmeya rêxistinê a saziyên Rêveberiya Xweser di ber çav re derbas bikin."

Li ser mijara dawî jî Bradost Mîtanî axivî û behsa girîngiya yekitiya netewî kir. Bradost Mîtanî got: "Ji bo em destkeftiyên ku bi xwîna bi hezaran şehîdan hatine bidestxistin biparêzin, divê partiyên Kurdî bibin yek. Ji ber ku bi yekbûnê gel bi hêztir dibin û dengê rastiyê bi serdikeve."

Mîtanî îşaret bi şoreşên gelê Kurd ên di dîrokê de û sedema têkçûna wan kir û got: "Piştî ku şoreşên gelê Kurd gihîştin astekê, têk çûn. Sedema wê yekê nelihevkirina gelê Kurd bû. Çiqasî yekitî pêk bê, em ewqasî nêzî serkeftinê dibin."   

Piştre deriyê nîqaşê bi beşdaran re hat vekirin.

(cx)

ANHA