Li sê bajaran şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê hatin bibîranîn

Şehîdên Berxwedana 14`ê Tîrmehê li gelek bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyên cûda hatin bibîranîn.

14 tîrmeh, 2020   19:14
HESEKÊ

Bi boneya salvegera 38`an a rojiya mirinê li zindana Amedê, Meclisa Navçeya Dirbêsiyê li yarîgeha beledî ya civînek ji şêniyên navçeyê re li dar xist. Bi deha şênî beşdarî civînê bûn.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre yek ji rêveberên Hêzên Parastina Civakîn (HPC) yên kantona Hesekê Seyîd Rîda Gerzan axivî û şehîdên 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn. Her wiha besha jiyan, berxwedana zindana û serkeftina wan a li dijî zilm û faşîzma Tirk kir.

Gerzan wiha got: "Rojiya mirinê ya 14`ê Tîrmehê ji bo gelê Kurd serkeftinek e. Bi rojiya mirinê vîna gelê Kurd û berxwedana li dijî kiryarên hovane yên dewleta Tirk hat nîşandan. Dewleta Tirk sala 1980'an darbeyeke leşkerî pêk anî, armanc jê têkbirina têkoşîna şoreşgerî ya gelê Kurd û şikandina vîna wan bû. Lê belê berxwedana zindanan îspat kir ku berxwedan tiştekî ewqas mezin e ku ne pêkan e bi dawî bibe."

Gerzan wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Armanc ji biryara têkoşeran a rojiya mirinê ew bû ku asta têkoşînê bilind bikin û hemû planên dewleta Tirk têk bibin. Her wiha nameyek ji bo gelê Kurd bû ku heta bidestxistina mafê xwe, berxwedanê dewam bikin."

Civîn bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

Bi heman armancê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) civînek li dar xist. Di civînê de fîlmekî li ser berxwedana têkoşerên di girtîgehên Tirkiyê de û berxwedana 14`ê Tîrmehê û rojiya mirinê, hat pêşandan.

Civîn li hola Reşo ya rojavayê bajarê Hesekê hat lidarxistin û bi sedan şêniyên bajêr, endamên saziyên sivîl ên bajêr û nûnerên partiyên siyasî beşdarî civînê bûn.

QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo jî bi dirûşmeya "Bi ruhê berxwedana 14`ê Tîrmehê em ê îxanet û dagirkeriyê têk bibin", Partiya Yekitiya Demokratîk şehîdên 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn. Merasîma Bîranînê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê û yarîgeha Qenet Siwês ên bajarê Qamişlo bi amadebûna bi dehan şêniyên bajêr, endamên saziyên civaka sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, pêk hat.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Aldar Xelîl berxwedana şehîdên 14`ê Tîrmehê bi bîr anî û got: "Brexwedana ku Kemal Pîr, Mihemed Xeyrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek dest pê kirine, heta roja me dewam dike. Bi hezaran têkoşer îro rêya wan dişopînin û li dijî êriş û binpêkirinên dewleta Tirk li ber xwe didin."

Xelîl destnîşan kir ku tevî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li dijî ciwanên Kurd ên di girtîgeha Amedê de jî, lê belê nikarîbû vîna wan bişikîne û wiha got: "Şehîdên 14`ê Tîrmehê hevoka Mezlûm Dogan a (Berxwedan Jiyan e) ji xwe re bingeh girtin û li ser şopa wî meşîn. Wan bi berxwedana xwe îspat kirin ku bi berxwedanê jiyana azad û bi rûmet ava dibe."

Aldar Xelîl îşaret pê kir ku destkeftiyên ku gelê Kurd bi dest xistine vedigere çirûska Berxwedana 14`ê Tîrmehê ku dengê têkoşeran gihand hemû gelê Kurd û ew teşwîqî berxwedanên û sekinandina li hemberî kiryar û êrişên bi armanca tunekirina nasnameya gelê Kurd, kir.

Di dawiya civînê de beşdaran dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdên azadî û rûmetê re, berz kirin.

HELEB

Li bajarê Helebê jî partiya PYD`ê bi beşdariya bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên taxê, li qada Şehîdan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd civînek li dar xist.

Cihê civînê bi wêneyên şehîdên 14`ê Tîrmehê û alên PYD`ê hate xemilandin.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Partiya Yekitiya Demokratîk Sebrî Efrîn axivî û şehîdên ku heta mirinê li ber xwe dane, bi bîr anî.

Sebrî Efrîn wiha got: "Berxwedana têkoşerên di zindanan de rê li pêşiya gelên azadîxwaz vekir. Wan îspat kir ku dikarin bê nan û av bijîn, lê nikarin bê azadî û rûmet bijîn."

Sebrî Efrîn di dawiya axaftina xwe de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kiryarên dewleta Tirk li diî têkoşerên di girtîgehên Tiriyê de şermezar kir û piştrast kir ku heta bidestxistina mafên xwe dê rêya berxwedanê bişopînin.

Civîn bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana zindanan bi dawî bû.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/16QU3JlkMHs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>