Şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê li Helsînkî hatin bi bîranîn

Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê hatin bibîranîn.

Şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê li Helsînkî hatin bi bîranîn
14 tîrmeh, 2020   18:38
HELSÎNKÎ

Kurdên li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê, tevî malbatên şehîdan, bi merasîmekê şehîdên Berxwedana 14'ê meha Tîrmehê bi bîr anîn.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre belgefîmek li ser Berxwedana 14'ê Tîrmehê ya girîtgeha Amedê hate pêşandan.

Siyasetmedar Nimet Sevîm di bîranînê de axivî, bal kişand li ser hebûna PKK û Berxwedana 14'ê Tîrmehê. Sevîm diyar kir ku gelê Kurd bi tunebûnê re rû bi rû mabû, lê belê şoreşa PKK'ê û Berxwedana li girtîgehan hebûna Kurd û Kurdistanê ji nuvê da afirandin.

Sevîm got, hewldan tên kirin ku PKK û gelê Kurd têk bibin û wiha domand: "Tenê bi berxwedanê em dikarin van hewldanên têk bibin. Pêwîst e em li dîroka xwe xwedî derkevin  û li hember êrişan bêdeng nemînîn û ji her demên bêtir xwe birêxistin bikin."

Siyasetmedar Nimet Sevîm, berxwedana Heftenînê silav kir û bang li gelê Kurd kir ku bi serferberiyek netewî tev bigerin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5lUcYoa2EB8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>