Li Şehbayê Tevgera Ciwanên Şoreşger panelek li dar xist

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê paneleke li Şehbayê organîze kir. Panel dê du rojan bidome.

Li Şehbayê Tevgera Ciwanên Şoreşger panelek li dar xist
Li Şehbayê Tevgera Ciwanên Şoreşger panelek li dar xist
Li Şehbayê Tevgera Ciwanên Şoreşger panelek li dar xist
Li Şehbayê Tevgera Ciwanên Şoreşger panelek li dar xist
Li Şehbayê Tevgera Ciwanên Şoreşger panelek li dar xist
Li Şehbayê Tevgera Ciwanên Şoreşger panelek li dar xist
14 tîrmeh, 2020   12:46
ŞEHBA

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê panelek bi dirûşma “Şerê gel ê şoreşger mîsogeriya jiyana azad e” li Hola Çiyayê Kurmênc li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê bi tevlêbûna 200 delegeyan li dar xist.

Di panelê de endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreger Ardal Baran axivî û behsa pêwîstiya lidarxistina panelê kir û got: “Em vê panelê diyarî giyanê şehîdên berxwedana 14`ê Tîrmehê dikin. Em ê bi vê moralê û giyanê mijarên girêdayî ciwanan nîqaş bikin, erkên ciwanan û rêbazên pêkanîna wan erkan li gel şertên heyî û şerê taybet ku dagirkerî li dijî ciwanan dimeşîne, xuya bikin.”

Paşê hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Efrînê Silêman Cafer axivî û şehîdên berxwedana 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn û rola ciwanan di pêşengiya civakê de û çawa rola xwe di şoreşê de bilîzin, bi bîr xist. Cafer bal kişand ser ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide ciwanan ji berpirsyariyên xwe dûr bixe da ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Di dagirkirina Efrînê de gava yekê ciwan kirin hedef.

Cafer bang li ciwanan kir ku ji siyasetên dewleta Tirk ên li dijî ciwanan dûr bikevin û got: “Divê ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê azadiya gel û welatê xwe bidin ber çavên xwe da ku planên dewleta Tirk têk bibin.”

Piştre perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên girêdayî rola ciwanan û birêvebirina civakê hatin xwendin. Piştî wê beşa yekemîn a panelê girêdayî dozên ciwanan, rol û erkên wan dest pê kir.

Tê payîn ku xebatên panelê du rojan bidomin.

(şx)

ANHA