Li Qamişloyê pevçûn; 2 kes birîndar bûn

Ji ber nakokiyeke li ser jeneratorê li Taxa Xerbî ya Qamişloyê gule ber bi xwediyê dikanekê ve hatin avêtin û di encama wê de zarokek û zilamek birîndar bûn.

Li Qamişloyê pevçûn; 2 kes birîndar bûn
13 tîrmeh, 2020   10:31
QAMIŞLO

Li Taxa Xerbî (Rojava) ya bajarê Qamişloyê 3 kesan li xwediyê dikaneke firotina madeyên xwarinê da û gule li dikanê reşandin.

Li gorî agahiyan, pevçûn di encama nakokiyên di navbera xwediyê dikanê û 3 kesan li ser jeneratora kehrebeyê çêbû.

Di pevçûnê de gule hatin reşandin û di encamê de zarokeke 6 salî ku li nêzî cihê bûyerê bû û  kesekî din ku parçeyên ji cama deriyê dikana lê ketin, birîndar bûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn berê xwe da cihê bûyerê û her sê kes girtin û birîndar rakirin nexweşaneyê.

bx

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xLIRr2kfgrg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>