Cezaîr: Gefa li dijî Lîbyayê gefa li dijî Cezaîrê ye

Wezîrê Karên Derve yê Cezaîrê Sebrî  Boqadom diyar kir ku ewlehiya Lîbyayê beşek ji ewlehiya Cezaîrê re ye jî û gefên li dijî Lîbyayê di heman demê gefên li dijî Cezaîrê re ne. Ji ber vê yekê diyalog çareya bingehîn a çareseriya aloziyê ye.

Cezaîr: Gefa li dijî Lîbyayê gefa li dijî Cezaîrê ye
11 tîrmeh, 2020   12:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Cezaîrê îro di civîneke çapemeniyê de da zanîn ku welatê wî qederekî ji Lîbyayê dûr e, lewma çare di diyalogan de ye.

Sky Newsê diyar kir ku Sebrî Boqadom diyar kir ku bi armanca parastina ewlehî û aramiya Lîbyayê, têkiliyên welatê wî bi hemû aliyan re heye nexasim dewletên cîran re.

Sebrî di dawiya axaftina xwe de got ku ewlehiya Lîbyayê beşek ji ewlehiya Cezaîrê ye û di dawiyê de gefa li dijî Lîbyayê di heman demê li dijî Cezaîrê re ye jî.

(eh)