Gaziyên Şer ên kantona Qamişlo komeleya xwe ya taybet ava kirin

Gaziyên Şer ên kantona Qamişlo bi armanca damezirandina Komeleya Berdêlên Jiyana Azad, konferansek li dar xistin, rêzikname hate erêkirin û endamên desteya komeleyê hatin hilbijartin.

Gaziyên Şer ên kantona Qamişlo komeleya xwe ya taybet ava kirin
Gaziyên Şer ên kantona Qamişlo komeleya xwe ya taybet ava kirin
Gaziyên Şer ên kantona Qamişlo komeleya xwe ya taybet ava kirin
Gaziyên Şer ên kantona Qamişlo komeleya xwe ya taybet ava kirin
Gaziyên Şer ên kantona Qamişlo komeleya xwe ya taybet ava kirin
Gaziyên Şer ên kantona Qamişlo komeleya xwe ya taybet ava kirin
Gaziyên Şer ên kantona Qamişlo komeleya xwe ya taybet ava kirin
Gaziyên Şer ên kantona Qamişlo komeleya xwe ya taybet ava kirin
11 tîrmeh, 2020   09:38
QAMIŞLO

Bi armanca bixwerêxistinkirin û dabînkirina hewcedariyên tenduristiyê, duh gaziyên şer kantona Qamişlo konferansa xwe ya yekemîn li dar xistin.

Konferas li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarê Rimêlanê ya li kantona Qamişlo bi beşdariya 86 delgeyên gaziyên şer ên li kantona Qamişlo, berdevkê fermî yê YPG`ê Nûrî Mehmûd û gaziyên şer ên herêma Firatê birîndarên şer ên herêma Firatê hate lidarxistin.

Konferans bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê ferdevkê fermî yê YPG`ê Nûrî Mehmûd axivî û rol û girîngiya gaziyên şer ên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê da naskirin.

Nûrî Mehmûd bal kişand ser rola birîndaran di şoreşê de û got ku di şoreşa Bakur Sûriyê de piştî şehîdan birîndar di asta duyemîn de ne.

'BIRÎNDAR BEŞEK JI TÊKOŞÎN Û BERXWEDANA KU DI ENCAMA WÊ DE DAIŞ TÊK ÇÛ'

Nûrî Mehmûd behsa têkoşîn û berxwedana li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê kir û wiha got: "Berdêlên ku şehîd, birîndar û gelê me li dijî çeteyên DAIŞ`ê dan bingeha têkbirina DAIŞ`ê bû ku heta niha xeteriyê li ser tevahî cîhanê çêdike. Ev qurbanî û berxwedaniyia ku YPJ/YPG`ê û QSD`ê kir tevahî cîhan di şewqê de ma.

ŞOREŞA BAKURÊ SÛRÎ HÊVIYA MIROVAHIYÊ YE

Der barê êrişên ku li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne kirin Nûr Mehmûd wiha anî ziman: "Armanc ji pilan û lihevkirinên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne kirin ku îradeya hêzên leşkerî ku mirovahî parast, bişkînin. Ji ber wê jî divê birîndarên me zanibin ku ew îro jiyaneke ne normal dijîn. şoreşa me berdewam e û birîndarên me yek stûnên vê şoreşê ne ku bûye hêviya mirovahiyê."

Nûrî Mehmûd di axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişên li ser herêmê û destkefiyên gel didomîne û wiha domand: "Îro Tirkiyê şerê gelê Sûrî dike, sivîlan dikuje û wan koçber dike."

Nûrî Mehmûd di dawiyê de wiha bilêv kir: "Divê birîndarên şer rola xwe di pêşengtiya parastina destkefiyên şoreşê de bilîzînin. Divê esasê rêxistinkirina civakê li her tax û bajarekî bin. Ji ber ev erkeke dîrokî li ser milê me ye."

Paşê rêziknameya hundirîn a "Komeleya Berdêlên Jiyana Azad a kantona Qamişlo" hat xwendin,  hindek guhertin têde hat çêkirin û paşê hat erêkirin.

Li gorî rêziknameyê, peydakirina hemû pêwîstiyên tenduristî û dermankirina fîzîkî ya gaziyan, her wiha başkirina rewşa madî, amadekirina wan bi awayekî baş da ku tev li civakê bibin û xebat û çalakiyên xwe bidomênin.

Konferansê damezrîner ê Komeleya Jiyana azad bi hilbijartina desteya komleyê ku ji 9 kesan pêk tê, erkdarkirian 3 kesan ji wan ji bo xebatê sekertêriyê ya komleyê, bidawî bû.

ANHA