Komeleya Xêrxwaziyê ya Kurdên Lubnanê banga yekitiya netewî kir

Sekretêra Komeleya Xêrxwaziyê ya Kurdên li Lubnanê Gulîstan Mihemed bal kişand ser girîngiya pêkanîna yekitiya netewî ya Kurdî û hewldanên avakiriya yekitiyê pîroz kir.

Komeleya Xêrxwaziyê ya Kurdên Lubnanê banga yekitiya netewî kir
10 tîrmeh, 2020   18:23
BEYRÛT

Şandeyek ji Weqfeya Newroz a Çanda Civakî serdana Komeleya Xêrxwaziyê ya Kurdên li Lubnanê kir.

Di serdanê de mijarên girêdayî yekitiya netewî ya Kurdî, rewşa ku herêmê bi giştî û Kurdistan bi taybet tê re derbas dibe û êrişên li ser gelê Kurd hatin nîqaşkirin.

Seroka Weqfeya Newroz a Çanda Civakî Henan Osman girîngeiya xebata hevpar, diyalog û pêşxistina têkiliyên di navbera komleyên Kurdî yên li Lubnanê de destnîşan kir.

Sekretêra Komeleya Xêrxwaziyê ya Kurdên li Lubnanê Gulîstan Mihemed hewldanên pêkanîna yekitiya neteweyî ya kurdî silav kir û spasiya insyatîfa weqfeyê kir ku di vê rewşa hestiyar de serdana rêxistin û saziyên Kurd ên li Lubnanê dike.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qU0nO78nmRk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>