Li Reqayê mihrîcanên zarokan bi dawî bûn

Çalakiyên Yekemîn Mihrîcana Aştiyê ya Zarokan û Mihrîcana Kulîlkên Firatê li gundê Sefafê  yê Reqayê bi dawî bûn.

Li Reqayê mihrîcanên zarokan bi dawî bûn
Li Reqayê mihrîcanên zarokan bi dawî bûn
Li Reqayê mihrîcanên zarokan bi dawî bûn
Li Reqayê mihrîcanên zarokan bi dawî bûn
Li Reqayê mihrîcanên zarokan bi dawî bûn
Li Reqayê mihrîcanên zarokan bi dawî bûn
Li Reqayê mihrîcanên zarokan bi dawî bûn
Li Reqayê mihrîcanên zarokan bi dawî bûn
Li Reqayê mihrîcanên zarokan bi dawî bûn
9 tîrmeh, 2020   19:48
TEBQA

Bi sponseriya Komîtya Çand û Hunerê ya Tebqayê, Komîteya Çand û Şûnwaran  a Reqayê û koordîneya Rêveberiya Jinan a Tebqayê bi diruşmeya "Zarokatiya bidin me, aştiyê bidin me" Yekemîn Mihrîcana Aştiyê ya Zarokan û Yekemîn Mihrîcana Kulîkên Firatê li dar xistin.

Mihrîcan li dibistana Sefsaf a rojhilatê Tebqayê bi dawî bûn. Nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê tevî bi dehan şêniyên gundê Sefaf di şahiyê de amade bûn.

7 komên zarokan bi cil û bergên xwe yên folklorî beşdarî mihrîcanê bûn.

Koma Kulîlkên Firatê, Koma Hunerên Gelerî yên Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê, Koma Stranên folkêlorî ya Navenda Çandê ya Reqayê berhemên xwe pêşkêş kirin.

Her wiha Koma Şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê şanoyek bi navê "Hevkarî" û Koma Şano ya girêdayî Navenda Çandê ya Reqayê bi navê "Hûta" şano pêşkêş kirin.

Koma Kevneşopiya Kurdî ya Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê stran li ser Efrîn û binpêkirinên dagirkeriya Tirk gotin.

Mihrîcan bi gerandina xelekên govendê li ber stranên folklorî bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PRKkfAeu2Wo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>