ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-07-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-07-2020`AN
5 tîrmeh, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Şêxê eşîra Sebxa ya Reqayê Mihemed Tirkî El-Sûan got: “Eşîrên herêmê hebûna  tu hêzan ji bilî QSD`ê li herêmê red dikin. Hewldanên derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bi tu rengan nayê qebûlkirin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Elî Kerîmî diyar kir ku destwerdana dewleta Tirk li karûbarê kurdan ji bo Iraqê pir ne giring e û got: “Siyaseta PDK bû sedem ku dewleta Tirk herêmê dagir bike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Bord ê navneteweyî Mihemed Talîbanî got: “Dewleta Tirk lawazbûna rejîmên li Kurdistanê ji bo pêkanîna komkujî û sûcan derfet dibîne. Pêwîste Kurd yekîtiyê çêbikin û hêzeke leşkerî, siyasî û aborî ava bikin ji bo li hember dewleta Tirk a dagirker bisekinin. Divê aliyên Kurd bi me re bibin alîkar da ku em sûcên Tirkiyê ji cîhanê re eşkere bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Weqfeya Jinên Rewşenbîr semînerekê bi sernavê "Mekaneta jin berî û piştî îslamê" li mûdîriyeta çand û hunerê ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li bajaêr Qamişloyê Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan bi daxuyaniyekê kampanyaya berhevkirina îmzeyan ji bo hesabxwestinê ji sûcdarên qetilkirina şehîd Hevrîn Xelef radighîne, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parêzer û çalakvana siyasî ya li başûrê Kurdistanê Sirûşt Helebçe, girêdayî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Kurd, got: “Mixabin dewletên cîhanê çavê xwe ji êrişên dewleta Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê û Rojava re digirin. Piştî ku dewleta Tirk dît dê doza gelê Kurd serbikeve, êrişên xwe zêde kir.” (BI WÊNE).

- Jinên çalakvan bêdengiya dewletan a li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser jinan rexne kirin û gotin: “Tirkiye ji jinên berxwedêr ditirse, lewma wan hedef digre.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Akademisyenê aboriyê Mihemed Horan got: “Divê deriyê bazirganiya serbest (azad) li herêmên Rêveberiya Xweser bê vekirin. Avakirina kargeh, şîrket û şîrketên di navbera beşên taybet û giştî de bên teşwîqkirin. Da ku aloziya aborî ya li Sûriyê bê sivikkirin, bi taybet piştî pêkanîna Qanûna Qeyser a cezayên Amerîkayê.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Desteya Aborî û Çandinî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  Selman Barûdo got: “Kargeha zuhakirina garisê zer li Reqayê di demeke nêzî de wê bikeve xizmetê, di saetekê de 45 ton berhem bide.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi bilindbûna  rêjeya germahiya Havînê re û kêmbûna avê ji ber dewleta Tirk ava çemê Firatê qut dike, saziya Avê ya Dêrazorê bi hemû hêza xwe hewl dide avê ji herêmê re peyda bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Aloziya aborî ku gitşî herêmên Sûriyê tê re derbas dibin, bandor li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kiriye. Lewra şênî li bendê ne ku ev alozî bi dawî bibe û bang li rêveberiya Zimhîrê dikin ku buhayan kontrol bike. Ji bo derbaskirina keysbaziya hin bazirganan û başkirina rewşa welatiyan, pisporekî aboriyê hin pêşinyar pêşkêş kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA