Barîş Çakan bi çalakiyeke hunerî li Helebê hate bîranîn

Bi diruşmeya "Sazvaniya me ji bo giyanê pakrewan Barîş e " Malbendiya Heleb a Rewşenbîran bi beşdarbûna mûzîkjenên ji Almanya û Siwêdê çalakiyek li dar xist.

Barîş Çakan bi çalakiyeke hunerî li Helebê hate bîranîn
Barîş Çakan bi çalakiyeke hunerî li Helebê hate bîranîn
Barîş Çakan bi çalakiyeke hunerî li Helebê hate bîranîn
Barîş Çakan bi çalakiyeke hunerî li Helebê hate bîranîn
Barîş Çakan bi çalakiyeke hunerî li Helebê hate bîranîn
Barîş Çakan bi çalakiyeke hunerî li Helebê hate bîranîn
2 tîrmeh, 2020   19:56
HELEB

Çalakî ji aliyê navenda çand û hunerê ya Cemîl Horo ya Helebê ve li parka Îstîqama ya taxa Eşrefiyê hate lidarxistin. Bi şênî amade bûn. Ev çalakî ji bo bîranîna ciwanê Kurd Barîş Çakan hate lidarxistin ê ku dema li stranên kurdî guhdar dikir li Enqereyê ji aliyê faşîzma dewleta Tirk ve hate şehîdxistin.

Çalakî bi deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştre hevseroka Malbendiya Heleb a Rewşenbîran Leyla Xalid bi xêrhatina beşdaran kir û got: "Dema ku mijar girêdayî kurdan be dijmin dibin yek êrişên xwe zêde dikin û bi qedera gelê me dilîzin, hewl didin hebûn, çand û dîroka me tune bikin."

Leyla destnîşan kir ku Barîş ne şehîdê yekemîn û ne jî yê dawî ye ku ji ber guhdarkirina li mûzîka Kurdî tê qetilkirin  û got: "Em bi hemû rê û rgêzan têkoşîna parastina çanda gelê xwe bidomînin."

Piştre beşdaran berhemên xwe yên mûzîkê diyarî şehîd Barîş û hemû şehîdên azadiyê kirin.

Bi rêya internet jî mûzîkjenê kemanê Stêrk Elî ji Siwêdê û mûzîkjen bizqê Yûsif Rojava ji Almanyayê mûzîk pêşkêş kirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ajyQ-PcnJaY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>