​​​​​​​Rûspiyê êla Benî Saîd: Yekîtiya Kurd ji bo tevahiya pêkhateyên herêmê re hêz e

Rûspiyê êla Benî Saîd a Minbicê Fehid El-Şilaş daxuyaniya lihevkirina pêşîn pîroz kir û got: “Girîngiya pêvajoya bê û pêwîstiya pêkanîna yekîtiyek çalak destnîşan kir. Yekitiya Kurd ji tevahiya pêkhateyên herêmê re hêz e û rêya rêgirtina li pêşiya dagirkeriya Tirk e.”

​​​​​​​Rûspiyê êla Benî Saîd: Yekîtiya Kurd ji bo tevahiya pêkhateyên herêmê re hêz e
26 hezîran, 2020   01:11
MINBIC

Di navîna meha Hezîranê de lihevkirinek pêşîn di navbera partî û hêzên siyasî yên Kurd de li Sûriyê ku nêrînên siyasî dike yeke çêbû. Ev lihevkirin, piştî rêzehevdîtinan û danûstandinên ku fermandarê giştî yê Meclisa Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî banga wê kiriye, pêk hat. Her wiha kolana Kurd li benda destpêkirina qonaxa duyemîn e ya ku tê payîn tê de deteyên hûrûkûr ên aliyên siyasî, leşkerî û rêveberî werin nîqaşkirin.

Rûspiyê êla Benî Saîd a bajarê Minbicê Fehid El-Şilaş girêdayî mijarê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re axivî û got: "Rizgarkirina Hêzên Sûriya Demokratîk herêmên Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê pêkhateyên Sûriyê kir yek. Lê di dema ku nîşaneyên vê yekitiyê êdî xuya dibûn, tunebûna yekitiya Kurd çalek ava kir. Lê xebatên fermandariya giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk di çarçoveya pêkanîna yekitiyê de erênî bûn."

El-Şilaş rola fermandariya giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo pêkanîna yekitiyê silav kir û got: "Piştî gelek civînan birayên me yên Kurd gihaştin lihevkirinekê ku tevahiya partiyên Kurd kom dike. Ev kombûn û lihevkirin ji bo tevahiya pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêz e. Gelek girîng e Kurd bigihêjin lihevkirinek rastîn,  li şertûmercên heyî yên ku rastî helwestên nediyar ên dewletên herêmî û cîhanî tên. Di vê pêvajoyê de divê Kurd helwest û siyasetên xwe bikin yek da ku bi hêz li hember pirsgirêkan liber xwe bidin.”

Di berdewama hevdîtinê de El-Şilaş bal kişand ser pêvajoya bê ya qonaxên yekitiya Kurd û got: “Ew hesas û taybet in. Gefên Tirkiyê hîna li dijî bakurê Iraqê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in. Destwerdana Tirk a faşîst Kurd û Ereb dike hedef û mudexeleyên Tirkiyê di Lîbya û Idlibê de mînaka wê ye. Di vê demê de li gel mudexeleyên Tirkiyê yekitiya gelên herêmê bi tevahiya pêkhateyên xwe ji Kurd, Ereb û Turkmen pêwîst e. Ji bilî yekitiyê tu rê ji bo rawestandina êrişên Tirkiyê tune ye.”

Di dawiya hevdîtinê de El-Şilaş yekitiya Kurd pîroz kir û got: "Wek şêx êlan û rûspiyên herêmê em yekitiya Kurd pîroz dikin. Dema Kurd dibin yek, êlên Ereb ên herêmê xurt dibin. Ev jî ji bo êlên Ereb teşwîqeke da ku yekitiya xwe li hember êrişkera Tirk û avakirina Sûriyê ava bikin."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0a6P6GDnO20" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>