`Divê partiyên Kurd xwedî giyana berpirasyariyê bin, da ku yekîtiyê bi ser bixin`

Serokê Meclisa Êlên Kurd a Hesekê Ekrem Hec Îbrahîm got: “Ji hemû partiyên Kurd tê xwestin ku bi giyana berpirsyariyê tev bigerin û tawîzan bidin da ku vê nêzîkbûna di navbera xwe de bi ser bixin. Divê rê li pêşiya dagirkeriya Tirk bê girtin. Ji bo biserxistina yekîtiya Kurd divê em pişta hevdu bernedin."

`Divê partiyên Kurd xwedî giyana berpirasyariyê bin, da ku yekîtiyê bi ser bixin`
26 hezîran, 2020   00:20
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM-COZA ÎBRAHÎM

Şandeya Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd û Encûmena Niştîmanî ya Kurd di dawiya pêvajoya yekemîn ya danûstandinên yekîtiya Kurd ragihand ku partiyan gihaşt nêrînek siyasî hevpar da ku bigihêjin lihevkirinên destpêkê.

Qonaxa yekemîn a danûstandinan di 16`ê Hezîranê de bidawî bû. Her du aliyan gihaşt nêrînek siyasî hevpar û lihevkirinên pêşîn. Lihevkirina Dihokê ya 2014`an a girêdayî şêwaza hevpariya birêvebirinê û parastinê wek bingeha domandina danûstandinên ku di navbera her du aliyan de pêk tên, were hesibandin. Da ku bigihêjin lihevkirinek giştî.

Kolana Kurd nêzîkbûna Kurdî-Kurdî bi erênî wesifand û ji aliyê Kurdan ve rastî keyfxweşiyek mezin hat.

Serokê Meclisa Êlên Kurd a Hesekê Ekrem Hec Îbrahîm ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re axivî û got: "Bi serxistina vê gavê ji diyaloga Kurdî-Kurdî gelek baş bû. Em hêvî dikin ev diyalog di qonaxên pêş de biser kevin. Ev yekîtî hêviya gel e."

HERKES JI BO YEKÎTIYÊ DIXEBITE

Ekrem Hec Îbrahîm destnîşan kir ku êlên Kurd ji 6 salan ve hewl didin vê gavê pêk bînin û got: "Wek êlên Kurd ji şeş salan ve em hewl didin vê gavê bavêjin. Da ku partiyên Kurd li ser maseya diyalogan rûnin. Êlên Kurd dê hewl bidin gavên mayî biser bixin. Li rex tevahiya partiyên Kurd bisekinin. Ji ber ku gelê Kurd yek e û çaranûsa wî yek. Em dixwazin doza Kurd çareser bibe. Ji hemû partiyan tê xwestin ku bi giyana berpirsyariyê tev bigerin û ji bo berjewendiya Kurd tawîzan bidin.”

‘NÊZÎKBÛN ALIYÊN KURD DIKEVE XIZMETA TEVAHIYA PÊKHATEYAN’

Îbrahîm axaftinên xwe wiha domand: “Nêzîkbûna Kurd dê sûd li tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Ji ber ku ev pêkhate bi hev re tevahiya pêvajoyên ku herêm tê re derbas bûye, bi hev re derbas kirin. Bi hev re li dijî komên çeteyên ku hewl didin destkeftiyên gelên herêmê têk bibin, parastin. Çarenûsa tevahiya partiyên Kurd yek e û mînaka herî mezin gefên Erdogan li dijî wan ne û nerazîbûna opozîsyonê li hember yekitiyê piştî ku qonaxa yekemîn bi serket. Divê rê li pêşiya dagirkirina Tirkiyê herêmên dîtir bê girtin. Ji ber ku Erdogan sûcdar e û mudexeleya karûberên tevahiya dewletan dike."

Di dawiyê de serokê Meclisa Êlên Kurd a Hesekê got: "Dijminên gelê Kurd pir in û bi hêz in. Dostên me jî kêm in. Ji bo biserxistina yekitiyê divê em pişta hev du bernedin."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Kz2eBgQ4oB0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>