Şêniyên Dirbêsiyê li dijî êrişa li ser Kobanê meşiyan

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê êrişa hawayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Helîncê yê Kobanê şermezar kirin.

Şêniyên Dirbêsiyê li dijî êrişa li ser Kobanê meşiyan
Şêniyên Dirbêsiyê li dijî êrişa li ser Kobanê meşiyan
Şêniyên Dirbêsiyê li dijî êrişa li ser Kobanê meşiyan
Şêniyên Dirbêsiyê li dijî êrişa li ser Kobanê meşiyan
Şêniyên Dirbêsiyê li dijî êrişa li ser Kobanê meşiyan
Şêniyên Dirbêsiyê li dijî êrişa li ser Kobanê meşiyan
Şêniyên Dirbêsiyê li dijî êrişa li ser Kobanê meşiyan
25 hezîran, 2020   19:19
HESEKÊ

Li ser banga Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê bi sedan kes li dijî êrişa dewleta Tirk a li ser gundê Helîncê yê Kobanê meşiyan ku di encamê de sê jin şehîd bûn.

Şêniyan wêneyên zarokên xwe yên şehîd, wêneyên têkoşer endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel a di komkujiyê de şehîd bû hildan û diruşmeyên silavkirina berxwedanê jinê û şermezarkirina dewleta Tirk berz kirin.

Meş li ber avahiya şaredariyê rawestiya. Piştî deqeya rêzgirtin endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Fatima Hisên şehîdên azadiyê bi bîr anî û got: "Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk a dagirker êrişî jinên Kurd dike. Beriya vê Hevrîn Xelef şehîd xistin û niha jî Zehra Berkel şehîd xistin. Dewleta Tirk  hertim ramanê azad û rîadeya jina Kurd azad dike hedef."

Endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê Evîn Paşo jî hedefkirina malên sivîlan li gundê Helîncê şermezar kir û ev tişt got: "Armanca dewleta Tirk a ji vê topbaranê şikandina vîna jinê ye û îmhakirina nasnameya jina Kurd e ya ku bi salan ji bo azadiya xwe şer dike."

Evîn anî ziman ku êrişa Tirkiyê bi destûra Rûsyayê pêk hat û diyar kir: "Ji ber ku gundê Helîncê nêzî nuqteyeke hêzên Rûsyayê ye. Helwest û bêdengyia Rûsya ya li hemberî vê êrişê tê wateya ku ew jî hevkarê Tirkiyê ye."

Evîn Paşo di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan da û got: "Bila dewleta Tirk a dagirker bizanibe ku em hemû Hevîn û Zehra ne. Em ê rêya wan dewam bikin heta azadiyê pêk bînin."

Çalakî bi diruşmeyên silavkirina berxwedana jina azad û şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.

ANHA