Êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê li Şêrawayê hate şermezarkirin

Bi sedan şêniyên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê û navçeya Til Rifet a Şehbayê bi meşekê komkujiya li gundê Helîncê yê kantona Kobanê û hedefgirtina jinan şermezar kirin.

Êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê li Şêrawayê hate şermezarkirin
Êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê li Şêrawayê hate şermezarkirin
Êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê li Şêrawayê hate şermezarkirin
Êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê li Şêrawayê hate şermezarkirin
Êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê li Şêrawayê hate şermezarkirin
Êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê li Şêrawayê hate şermezarkirin
Êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê li Şêrawayê hate şermezarkirin
Êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê li Şêrawayê hate şermezarkirin
Êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê li Şêrawayê hate şermezarkirin
25 hezîran, 2020   18:59
ŞEHBA

Ji bo şermezarkirina komkujiya li gundê Helîncê yê Kobanê ya ku dewleta Tirk a dagirker 23'yê Hezîranê bi balafirên balafirên bê mirov pêk anîbû û di encamê de endamên Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl û xwediya mala hate hedefkirin Emîna Weysî şehîd bûn, Meclisa Herêma Efrînê meşek organize kir.

Bi sedan şêniyên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê û navçeya Til Rifet a Şehbayê beşdarî meşê bûn.

Meş ji ber deriyê têketina gundê Ziraya ber bi kampa Vegerê dest pê kir. Di meşê de wêneyên hersê jinên têkoşer (Zehra, Hebûn û Emîna), alên Kongreya Star û Meclisa Malbatên Şehîdan hatin hildan û bê navber diruşmeyên silavkirina berxwedana Kobanê hatin qîrkirin.

Meş li pêşiya qadê rawestiya û deqeyeke rêz hate girtin. Bi nave meclisên Şêrawa û Til Rifetê hevserokê Meclisa Navçeya Şêrawayê Mihemed Henan axivî, êrişên dewleta Tirk ên li ser Kobanê û hedefgirtina çalakvanên jinên şermezar kirin.

Mihemed Henan got: "Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rê û rêbazan hewl dide îradeya gelê Kurd bişkîne, ji ber ku dizane ku Kurd siyasetên wê têgihiştine û serî ji dagirkeriyê re natewînin…Gelê Efrînê bi gelê me yê Kobanê re ye. Her êrişek li ser herêmeke kurdan êriş li ser tevahî gelê Kurd e."

Ji aliyê xwe ve endama Rêveber a Kongreya Star a navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê Emîna Dengelî şehîdên komkujiyê bi bîr anî û got: "Dewleta Tirk a dagirker ji hêz û îradeya jina rêxistinkirî ya têkoşer ditirse, ji ber vê jinan dike hedef. Em ê têkoşînê dewam bikin ta dagirkeran ji herêmê xwe derxînin."

ANHA