Li dijî sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan bertekên gel

Saziyên jinan û rêxistinên civaka sivîl ên li Minbic, Reqa û Helebê li dijî komkujiyên artêşa Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li dijî jinan bi daxuyaniyên cuda şermezar kirin.

Li dijî sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan bertekên gel
Li dijî sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan bertekên gel
Li dijî sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan bertekên gel
Li dijî sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan bertekên gel
Li dijî sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan bertekên gel
Li dijî sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan bertekên gel
Li dijî sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan bertekên gel
25 hezîran, 2020   13:09
NAVENDA NÛÇEYAN

MINBIC

Daxuyanî bi beşdariya endamên saziyan, komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê hate xwendin. Berdevka Meclisa Jinan Ibtîsam Abdulqadir daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Bi navê Meclisa Jinên Minbic û Gundewarên Wê, her wiha bi jinên azad ên ku li ber xwe dan û hîn jî li dijî zilmê û dijmin li ber xwe didin û serkeftinên mezin bi dest xistin, ji destpêka şoreşa jinan û pêkanîna destkeftiyan êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên me nesekinîne, jixwe armanca sereke ew e ku derbeyê li vîna jinên azad bixin, lewma dewleta Tirk li dijî jinên Efrîn, Girê Spî, Şengal, û Serêkaniyê li dijî jinan komkujî pêk anî, ev jî isbata siyaseta Erdogan dike, ku domdar êrişî mirovahiyê dike.”

DAXUYANIYA RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL

Hevseroka Yekitiya Ajokaran a Minbicê Sîham Himêdî daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye: "Hîn jî dewleta Tirk siyaseta qetilkirin, wêrankirin û hovane û dagirkeriyê pêk tîne û bi armanca misogerkirina xewnên Osmaniyan siyaseta demografiya herêmê pêk tîne, siyaseta ku wextî bi dawî bibe.Dewleta Tirk tevî hemû qanûnan û hevpeymanên têkildarî agirbesta li Bakur û Rojhilatê Sûriyê lê hîn jî siyaseta xwe berdewam dike.

Balafira bêpîlot a ku derbe li herêmên şênî tê de hene, xist û di encamê de 3 jin şehîd bûn, ji wan Zehra Berkel û li hemberî vê yekê civaka navdewletî bê deng e, ev oparasyonên hovane ku dagirker û hevalbendên xwe li dijî gelên me pêk tînin, hewldana şikandina îradeya jina azad dikin û isbata rastiya faşîzmê dikin.”

HELEB

Li Helebê Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk li dijî sûcên dewleta Tirk banga protostoyê kir û bi dehan jinên saziyên sivîl û partiyên siyasî li pêşiya nivîsgeha Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) tev li daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî wiha ye: "Bi navê Nivîsgeha Jinên Meclisa Sûriya Demokratîk em sûcên dewleta Tirk a hovane yên li dijî gelên me yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin, Tirkiyê li mirovahiyê nexasim li dijî jinan hîn jî sûcan pêk tîne, sivîlan direvîne û îşkence dike, dewleta Tirk bi balafira bê pilot êrişî gundê Helincê yê rojhilatê Kobanê kir û di encamê de 3 jin şehîd bûn, em jî isbat dikin ku ev rêzesûcên ku rejîma faşîst a Tirkiyê pêk tîne ye."

KOBANÊ


Li bajarê Kobanê jî Koordînesyona Kongreya Star a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê komkujiya li gundê Helîncê yê Kobanê şermezar kir. Daxuyanî bi amadebûna bi dehan jinên Kobanê ji aliyê endama Koordînasyona Kongreya Star Madlên Şêx Xidir ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
Bi salane hişmendiya mêr¬-dewletê û dagirkeriya dewleta Tirk jinên têkoşer û pêşengên jiyanê dikin armanca êrîşên xwe yên hovane. Ew bûn ku awazê jiyanê bi hêza xwe ya pêşengtî û bedewiya ramanên xwe dixemilandin. Her kêliya şoreşên azadiyê bi têkoşîn û pêşengtiya jinên têkoşer tê xemilandin. Ne cara yekem ku sê jinên pêşeng, siyasetmedar, şoreşger û berxwedêr dibin armanca êrîşên desthiladaran. Me jinan bi armanca azadiya civakek demokrat mohra xwe li rûpelên dîrokê daye. Em ê di her kêliya jiyanê de bibin xwedî jiyanek azad û dengê hemû jinên têkoşer.
Dewleta Tirk a dagirker di dîroka 23'yê Hezîranê de, di seatên êvarê de bi balafirên keşfê yên bê mirov, bi awayek hovane êrîşî gundê Helincê kir û di encama vê êrîşa dermirovî de sê hevalên me, pêşengên gel û jinan jiyana xwe ji dest dan. Armanca sereke ya van êrîşan ew e ku vîna jina Kurd bide tûnekirin. Êrîşa ku pêk hat ne êrîşek ji rêzê ye. Yekem armanca vê êrîşê tunekirina pêşengên jinan bûn. Di heman demê de îro salvegera komkujiya Kobanê ye ku di 25´ê Hezîrana 2015'an de bi hevkariya dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ´ê pêkhat. Hersê hevalên me jî xwedî keda azadkirina bajarê Kobanê bûn. Ew bûn, yên ku di her buhusta vê axê de ji boyî azadiyê xwêdan rijandibûn û îro jî axa Kobanê ya bi têkoşînê hatî azadkirin bi xwîna xwe avdan.
Wan di her kêliya jiyana xwe de ji boyî serkeftinê bê navber têkoşîn dan meşandin. Em jî weke rêheval û şagirtên wan, wê sozê didin ku di her kêliya jiyanê de ji boyî azadiya jin-civakê têkoşîn bidin meşandin û heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê li ser şopa wan bimeşin. Dagirkeriya Tirk û dijminê jinan wer bawer dike ku wê vîna me bi êrîşên xwe yê hovane bide tûnekirin û bi me gav paş de bide avêtin. Lê em weke şagirtên Zehrayan sozê didin, jinan ku em ê tu caran gav paş de neavêjin û em ê di her kêliyê de bibin deng û vîna jinên têkoşer.
Êrîşa dewleta Tirk ku di dîroka 23'yê Hezîranê li ser pêşeng û rêhevalên me pêk anîn, bêndengiya hêzên koalisyon û dewleta Rûsyayê em şermezar dikin. Bêdengiya wan ya li beranberî van cûreyên êrîşan dide diyarkirin ku ew jî hevkarên dewleta Tirk in. Ji ber komkujî û êrîşên wan yên li ser jinên siyasetmedar û gelên herêmê divê hesab ji wan were xwastin.
Em weke tevgera jinên azad bang li hemû jinên cîhanê û jinên siyasetmedar dikin ku li beranberî van êrîşên hovane bêdeng nemînin û mil bidin milê me, em xwedî li keda jinên têkoşer û pêşengên şoreşên jin derkevin. Em weke şagirtên wan soz didin ku xwedî li têkoşîna wan derkevin û di her kêliya jiyanê de bibin hêza bingehîn ya avakirina civaka demokrat û azadiya zayendan. Em ê bê navber di xeta Zehra, Hebûn û dayê Emîne de têkoşîna azadiya jin bidin meşandin."

REQA

Endamê Rêveberiya Rêxistinên Civaka Sivîl a Reqayê Zûhêr Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her wiha li dijî Rojhilata Navîn şermezar kir, ji wan êrişa dawîn a li dijî gundê Hilincê yê kantona Kobanê ku di encamê de 3 jin şehîd ketin, şermezar dikin."

(eh)

ANHA