Pîrejina ji Til Temirê ji dubarebûna komkujiyên çeteyan bi fikar e

Pîrejina bi navê Nûra Hisên ji gundê Um Xêr ê rojavayê navçeya Til Temirê ye û got çeteyên bi navê "Artêşa Azad" sala 2013`an derbasî gundê wê bûne, 22 ciwan û mêr qetil kirin, niha jî ji ber çete nêzî gundê wê bûne ji dubarebûna komkujiyan ditirse û banga hesabxwestinê kir.

Pîrejina ji Til Temirê ji dubarebûna komkujiyên çeteyan bi fikar e
25 hezîran, 2020   09:24
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Çeteyan ji destpêka aloziya Sûriyê ve dest bi êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, komên çete yên bi nave "Artêşa Azad" li herêma Serêkaniyê û gundewarên wê, her wiha gundên Til Temirê gelek komkujî pêk anîn.

Ji gundên ku bûne qurbaniya kiryarên çeteyan û komkujiyên pêk tînin, gundê Um El-Xêr ê ku li rojavayê navçeya Til Temirê ye, ji ber wê demê 22 ciwan hatin qetilkirin û mal hatin şewitandin û wêrankirin.

Piştî artêşa Tirk û çeteyên "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê" êriş kir û êrişa wan ji 9 Cotmeha 2019`an ve berdewam e û bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, her wiha gihaşt heta gundên rojavayê navçeya Til Temirê, şêniyên gund ji dubarebûna komkujiyên metisîdar in.

Welatiya bi navê Nûra Hisên (70) ku bûye şahida komkujiyê û 2013`an zarokên xwe winda kirine, ji ANHA`yê re wiha axivî: "Çeteyên bi navê Artêşa Azad 2013`an derbasî gundê me bûn û hejmareke ciwan û mêrên gund qetil kirin."

Nûra Hisên diyar kir ku dema çete derbasî gund bûn jin ji malên xwe û gund derketin, lê mêr di gund man û dema vegeriyan gund dîtin ku çeteyan ciwan û mêr qetil kirine, mal şewitandine û gund xerab kirine.

Nûra Hisên da zanîn ku 9 kes ji malbata wê hatine qetilkirin, ew jî zarokên apê wê, bav û kur û hejmara kesên çeteyan ew qetil kirine, gihaşt 22 kesan. Nûra wiha dewam kir: "Piştî 8 salan ji komkujiyên çeteyên Artêşa Azad li dijî şêniyên gund pêk anîn, careke din lê vê bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker û bi navên cuda vegeriyan gund."

Nûra Hisên bal kişand ser ku çete qet mirovahiyê nas nakin, zarok, mezin û ciwanan qetil dikin û mal û milkên sivîlan wêran dikin.

Nûra Hisên di dawiya axaftina xwe de banga hesabxwestina sûcên ku çeteyan li dijî herêmê pêk anîne, kir.

(eh)

ANHA  

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/41qf0adMwV0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>