Şêniyên Helebê: Bi yekitiyê hemû komployên dagirkeran bi bin dikevin

Şêniyên bajarê Helebê sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got tekane rêya bersivdayîna êrişên dewleta Tirk yekitiya kurdî ye.

Şêniyên Helebê: Bi yekitiyê hemû komployên dagirkeran bi bin dikevin
25 hezîran, 2020   09:20
HELEB-ARIF SILÊMAN-MIHMED ABDO

Di çarçoveya bertekên gelan ên li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd de, şêniyên bajarê Helebê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin û bal kişand ser girîngiya yekitiya kurdî di rizgarkirina herêmên hatine dagirkirin de.

Welatiya bi navê Heyad Şêxo êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Heftenîn, Şengal û Mexmûrê şermezar kirin û ji bo garantiya aştiya gelê Kurd û parastina gel ji sûcên hêzên faşîst banga yekitiyê kir, her wiha da zanîn ku divê li dijî sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên wan mil bi mil bin û heke yekitiya xwe ava nekin ew ê negihêjin armancên xwe.

Di heman demê de Heyad Şêxo bang li civaka navdewletî kir ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê bisekinînin.  

Li aliyê din jî welatiyê bi navê Mehmûd Mistefa bal kişand ser girîngiya têkbirina komployan û wiha got: "Heke partiyên kurdî yekitiya xwe ava bikin, ew ê komployên li dijî gelê Kurd bi bin bikevin û em bi hêvî ne ku ew ê yekitiya neteweyî bi ser bikeve."

Mehmûd Mistefa da zanîn ku dewleta Tirk cudabûnê naxe navbera pêkhateyan de lê belê şerê hemû gelan dike û ew jî wekî şêniyên Helebê êrişên li dijî başûrê Kurdistnaê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin û radigihînin ku bêdengiya civaka navdewletî rewabûnê dide êrişên dewleta Tirk ên li dijî van herêmên navborî.

Her wiha welatiya bi navê Mewlîda Seydo têkildarî sûcên dewleta Tirk nêrînên xwe anîn ziman û got: "Em êrişên dewleta Tirk ên dawîn ên li dijî herêmên Şengal û kampa Mexmûrê şermezar dikin, armanca Tirkiyê tunekirina gelê Kurd e û dema Tirkiye dibîne partiyên kurdî ji bo parastina doza xwe li hev kom dibin, êrişî wan dike û li dijî gelê Kurd hovanetirîn komployan pêk tîne. Tirkiye dixwaze Başûrê Kurdistanê jî wekî Efrîn, Serêkaniyê û herêmên din dagir bike."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8BYmUf3sDPE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>