Malbateke efrînî bi rêbaza tiba xwezayî nexweşan derman dike

Malbateke efrînî bi rêya tiba xwezayî bi gihayan êşên pişt, romatîzm û gelek nexweşiyên din derman dike.

Malbateke efrînî bi rêbaza tiba xwezayî nexweşan derman dike
24 hezîran, 2020   06:24
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Şêniya bi navê Fatme Bekir (45) hevsera Ehmed Bekir ê ji navçeya Şiyê ye û dayika 3 zarokan e. Piştî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 18`ê Adara 2018`an de ji gund koçber dibe.

Fatme û hevserê wê Ehmed Bekir pîşeya tiba xwezayî ji bo dermankirina êşên pişt, romatîzm û dîsk ji zêdetirî 20 salan ve li Şiyê fêr dibin. Fatme û hevserê xwe şêniyên Efrînê yên ku ji hovîtiya dagirkeriya Tirk revîn û li kantona Şehbayê bi cih bûn, bi derfetên heyî derman dikin. Bi madeyên xwezayî êşên pişt, dîsk û romatîzm derman dikin.

Fatme kokên gihayên şaflah û erd di dermankirina nexweşan de bi kar tîne. Her 10 rojan celseyek ji nexweş re tê çêkirin, di celseyan de derman 30 deqeyan li ser pişta nexweş tê danîn.

Gelek nexweş berê li Efrînê û niha li Şehbayê piştî dermankirina bi vê rêbazê ji êşên xwe xilas bûne.

Fatme ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re axivî û got: "Ez alîkariya koçberên Efrînê dikim da ku barên dorpêçê û kêmbûna pêdiviyên tenduristiyê li wan sivik bikim. Her wiha bi rêya wê ez debara malbata xwe peyda dikim."

Fatme destnîşan kir ku wê ev pîşe li navçeya Şiyê ji zêdetirî 20 salan ve ji şêniyekî bi navê Reşîd Berbar fêr bûye.

Her wiha Fatme bal kişand ser ku hejmarek mezin ji şêniyan ji dermankirina bi vê rêbazê bawer dikin. Her wiha tercîd dikin ku xwe bi awayekî xwezayî derman bikin ji bo ku ji nexweşiyên xwe xilas bibin.

Fatme îşaret pê kir ku di çiya û deştên kantona Efrînê de gelek gihayên ku derman jê têne derxistin, hene lê li Şehbayê ew zehmetiyan di peydakirina gihayan ji bo dermankirinê dibînin ji ber ku xweza û hewaya Şehbayê ji Efrînê cudatir e.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iy6ol7GR3ls" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>