Ebîr Hesaf: Tirkiyê wekî kuliyê ku ter û hişk dide ber xwe

Çalakvana siyasî û endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Hesaf anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze merheleya dawîn a peymana Lozanê temam bike da ku nehêle tu blokên demokratî ava bibe û got: "Tirkiyê mîna kuliyê ku ter û hişk dide ber xwe."

Ebîr Hesaf: Tirkiyê wekî kuliyê ku ter û hişk dide ber xwe
24 hezîran, 2020   03:20
QAMIŞLO-SILAVA ABDUREHMAN-LÎLAV MIHEMED

 

Çalakvana siyasî û Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Hesaf li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ANHA'yê re axivî.

Ebîr Hesaf bi bîr xist ku dewleta Tirk ji 2011’an de dest di aloziya Sûriyeyê de werdaye, ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe yên netewî yên hundirîn aloziyê gûr dike, di encamên êrişên qirkirinê û dagirkirinê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de herêmên Bab, Ezaz, Cerablus, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

Ebîr Hesaf wiha domand: "Armanca Tirkiyê ya projeya dagirkirinê aloziya xwe ya hundirîn derxîne derve da ku serweriyê li rûbereke mezin ji xaka Sûriyê ferz bike. Her wiha  merheleya dawîn ji peymana Lozanê temam bike ji  bo tu blokeke demokratîk ava nebin."

Ebîr Hesaf destnîşan kir ku Tirkiyê ne tenê li derve di hemanê demê de di hundir de jî siyaseta çewisandinê pêk tîne û got: "Di girtîgehên wê de bi hezaran çalakvanên siyasî û rojnameger hene yên ku daxwaza pêkanîna demokratîk û mafên neteweyî ya gelê Kurd dikin."

'TIRKIYÊ BI HEDEFGIRTINA JINAN CIVAKA KURD ARMANC BIKE'

Der barê sûcên li dijî jinan de Ebîr Hesaf bal kişand ser ku dewleta Tirk a dagirker di radeya yekemîn de jinan dike hedef, ji ber ku dixwaze kûrahiya civaka Kurd û herêmê armanc bike.

Ebîr bi domdarî got: "Dewleta Tirk li herêmên ku dagirkirine polîtîkeya şewitandina her tiştî dimeşîne û gendeliyê belav dike,  bi siyasetên xwe yên koçberkirin, talankirin û tirkkirinê mîna kuliyên ku ter û hişt didin ber xwe."

Çalakvana siyasî û endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Hesaf wiha bi dawî kir: "Ji yek stûnên sekna li hember dewleta Tirk a dagirker û siyastên ku ewlehiya herêmê dixe xeteriyê hevgitina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ye."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dDyHW5sGc-Y" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>