​​​​​​​Siyasetmedarên Kurd, Ereb û Suryan lihevkirina kurdî çawa dinirxînin?

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lihevkirina pêşîn a aliyên Kurd wekî xaleke girîng dinirxînin ku ji wê xebatên bêtir ber bi pêkanîna yekitiyê û derbaskirina hemû astengiyan ve dest pê bikin, bi şêwazekê ku aloziya Sûriyê çareser dike.

​​​​​​​Siyasetmedarên Kurd, Ereb û Suryan lihevkirina kurdî çawa dinirxînin?
24 hezîran, 2020   02:12
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Piştî ku fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî di Çileyê de însiyatîfa yekitiya netewî ya kurdî ragihand, partiyên Kurd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi rêze hevdîtin û danûstandinan kirin. Di encamê de Partiyên Yekitiya Niştîmanî ya Kurd (PYNK) û Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) gihaştin lihevkirinek pêşîn ku di 17'ê Hezîranê de ji raya giştî ya cîhanê re hate ragihandin.

Qonaxa yekemîn bi hevdîtinan di navbera Partiya Yekitiya Demkokratîk  (PYD) û Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de dest pê kir. Piştre di qonaxa duyemîn de ew hevdîtin veguherîn danûstandinên yekser di navbera PYNK`ê (ji hevalbendiya siyasî ya 25 partiyan pêk tê) û ENKS`ê de.

Herdu aliyên kurdî li ser nêrîneke siyasî ya hevpar li hev kirin û xalên Peymana Duhokê ya 2014'an (Rêveberî, Hevkarî, Ewlekarî û Parastin) weke bingeha hevdîtinên navbera her du aliyan hatine qebûlkirin. Di demeke kurt de wê peymaneke giştî ya nû bê îmzekirin.

Girêdayî girîngiya vê lihevkirinê sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa dibêje:  "Ev lihevkirina xwedê girîngiyeke mezin e wê hêviyên gelê Kurd bi cih bîne. Her wiha dê bi awayekî erênî bandorê li kolana Kurd bike û  dê bandorê li pêkhateyên din ên herêmê bike ji bo ku asta yekitiyê di navbera xwe de zêde bikin."

Mûsa destnîşan kir ku yekitî dê zemînek bingehîn û xurt ne tenê ji bo gelê Kurd, di hemanê demê de ji pêkhateyên din re ji Ereb û Suryan ên di Rêveberiya Xweser de ava bike. Mûsa banga yekitiyê li aliyên din kir ku bi hev re li hember xeteriyan bisekin.

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan a Sûriyê Senherîb Bersûm tev li nêrîna Mihemed Mûsa dibe û wiha lê zêde dike: "Em piştgiriya avêtina mîna van gavên ber bi diyalogê ve di navbera partiyên Kurd de li Sûriyê û li herêmê bi giştî dikin."

Bersûm wiha domand: "Em dibînin ku lihevkirinên pêk hatine heta niha erênî ne. Zemînekê ji bo diyalog û lihevkirinên pêşerojê ava dike ku encamên wê li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê erênî ne. Tevî wê jî dê bi awayekî erênî li ser sazumaniya siyasî ya Rêveberiya xweser bandorê bike. Ji wê zêdetir ew ji bo vedîtina çareseriyek siyasî ji aloziya Sûriyê re erênî ye. Aloziya ku girêdayî gelek mijaran e di nav de diyaloga di navbera gelê Sûriyê bi xwe de yê ku tune bû lê bingeha çareseriya siyasî ya Sûriyê ye,.

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Îbrahîm El-Selac lihevkirina destpêkê ya partiyên Kurd erênî nirxand û bi jêdera hêviya pêkhateyên din ji bo ku bibin yek, wesifand.

El-Selac destnîşan kir ku hewcedarî bi yekitiyê heye û got: "Welatê me di pêvajoyeke dîrokî gelek girîng re derbas dibe. Gef li gelê me tên xwarin, ji bilî yekitiyê kesek me ji ve xeteriyê xilas nake."

Hinek kesayet, aliyên siyasî û leşkerî yên girêdayî aliyên derve bi taybet `Îtîlafa Sûriyê` ji lihevkirina aliyên siyasî yên Kurd aciz bûne.

Hin kesan lihevkirina Kurd wek lihevkirinek ji bo birêvebirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser hesabê pêkhateyên din bi nav kirin. Hinekan jî gotin ew hewldanek Kurd e da ku ji xaka Sûriyê qut bibin û dewletekê ava bikin.

Li rex wê jî hinek dewletên cîran ên dijberî kurdan, mîna Tirkiyê, gef li kurdan xwarin. Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu di 19`ê Hezîranê de gef li ENKS`ê xwar û got: "Her kesê bi Yekîneyên Parastina Gel re lihevkirinekê mohr dike, dê ji hêla me ve were hedefgirtin."

Mihemed Mûsa di vî warî de got lihevkirina ku pêkhatiye ne li ser hesabê tu aliyên siyasî yên Sûriyê û ne jî pêkhateyên wê ye û wiha domand: "Di rewşên herî dijwar de ku em tê re derbas bûn em hev re bûn û em ê bi hev re ne. Lihevkirina çêbûye girêdayî kurdan e. Diviyabû ev lihevkirin ji zû ve pêk bihata. Lê niha pêk hat. Em bi tevahiya pêkhateyên din re yek in û em ê wisa bin da ku rêya siyasî û projeyên xwe berdewam bikin."

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm dibîne ku diyalog çi li ser asta partiyên siyasî yan jî pêkhateyan di pêşerojê de dikeve xizmeta berjewendiya Sûriyê bi giştî.

Bersûm wiha berdewam kir: "Reşkirina lihevkirinê, armanc dike parçebûnê li herêmê biafrîne û fîtneyan di navbera pêkhateyên wê de belav bike. Bi taybet ji ber ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hinekî aram e. Her wiha ev bertekên neyînî, sînordarkirina mîna van lihevkirinan armanc dike. Em desteka her cureyek mîna van lihevkirinan dikin û hêvî dikin ku lihevkirinên mezintir di pêşerojê de hebin."

Girêdayî heman mijarê siyasetmedar Îbrahîm El-Selac îşaret pê kir ku nêzîkbûna Kurd dê bi awayekî erênî bandore li Ereb û Suryan bike. Li gorî El-Selac di yekitî û lihevkirinê de ewlehî û aramî pêk tê. Divê tevahiya pêkhateyên herêmê hewl bidin ewlehî li herêmê pêk were.

El-Selac di nav gotinên xwe de ev tişt anî ziman: "Divê Ereb jî bibin yek da ku tevahiya hesasiyetên di navbera xwe de rabin. Divê hişmendiya girêdana bi aliyan ve rabe. Bi hev re em vê herêmê ava bikin, taybetmendiyên hev du û hev du biparêzin."

Partiyên Yekitiya Niştîmanî ya Kurd di 22`yê Hezîranê de bi daxuyaniyekê diyar kir ku lihevkirina dawî ya bi ENSK`ê re pêkhatî, ji bo piştgiriya projeya yekitiyê di navbera tevahiya pêkhateyan, biserxistina yekitiya niştîmanî ya Kurd û avakirina gelê Sûriyê welatê xwe ye.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QPAwemezcSI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>