Oman: Em nahêlin ku sînaryoya Sûriyê li Lîbyayê dûbare bibe

Wezîrê Karê Derve yê Omanê Yûsif Bin Îlêwî  anî ziman ku piraniya welatê erebî li ser girîngiya çareseriya siyasî ji bo aloziya Lîbyayê li hev kirine û got: "Wê rê neyê dayîn ku sînaryoya aloziya Sûriyê li Lîbyayê dûbare bibe."

Oman: Em nahêlin ku sînaryoya Sûriyê li Lîbyayê dûbare bibe
23 hezîran, 2020   17:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Girêdayî civîna wezîrên karên derve yên di Komkara Dewletên Erebî de Bin Îlêwî got: "Civîn gelekî girîng bû, encamên hestiybûna bi girîngiya xebata erebî ya hevpar e."

Bin Îlêwî diyar kir ku xebatên erebî yên ji bo nêzîkkirina helwestên aliyên Lîbyayî hene  û got: "Dewletên erebî nêrînên xwe parve kirin. Ez dixwazim piştrast bikin ku hemû li ser çareseriya siyasî lihev dikin. Em ê ji bo vê yekê bixebitin da ku bighêjin çareseriyeke siyasî ku hemû aliyên Lîbyayî û navdewletî jê razî bin...Piştî lihevkirin û çareseriyê dê pêvajoya din a destur, hikumet û hilbijartinan dest pê bike."

Wezîrê Karê Derve yê Omanê got: "Ji bo dûrxistina milîsan ji xaka Lîbyayê xebatên erebî hene..Divê rê neyê dayîn ku sînaryoya aloziya Sûriyê li Lîbyayê dûbare bibe."