Dagirker dexl û danên xelkê Girê Spî didizin

Şêniyên kantona Girê Spî yên ku ji duh li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rabûne li ber deriyên sînor kamoyên veguhestina genim asteng kirin ku çete ji wan dizanîne û derbasî Tirkiyê dike.

Dagirker dexl û danên xelkê Girê Spî didizin
23 hezîran, 2020   14:47
EYN ÎSA

Di dîmenekî ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî de ku ANHA'yê bidest xistiye, şênî li ber deriyê sînor artêşa û çeteyên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin û wan bi dizan bi nav dikin.

Dagirker genimê şêniyên talan dikin û bi kamyonan derbasî Tirkiyê dikin.

Serhildana xelkê kantona Girê Spî ya ji ber ferzkirina lîreya Tirkiyê, bilindbûna nirxê nan, siyasetên birçîkirin û talankirin ji duh ve didome.

Li gorî çavkaniyan di xwepêşandana îro de şêniyan banga hilweşandina meclisa herêmî û derketina dagirkeran dikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SKnPidacJTM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>