​​​​​​​Parêzerên Rêber Ocalan  ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan, bi daxwaza bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

​​​​​​​Parêzerên Rêber Ocalan  ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
23 hezîran, 2020   14:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica, Îbrahîm Bîlmez, Serbay Koklu û Raziye Turgut ji bo bi daxwaza sibe bi muwekîlê xwe yê li Girîgeha Tîpa F a Parastina Bilind a Îmraliyê hevdîtinê pêk bîne serî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji parêzerên Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan tenê di dîrokên 2-22 Gulan, 12-18 Hezîran û 7’ê Tebaxa 2019'an de hevdîtin pêkanîbûn.

Ji 81 serlêdanên ji 7’ê Tebaxa 2019’an heta niha ti bersivek ne hatiye dayîn.