Siyasetmedaran helwesta hikumeta Başûr a li hember êrişên dewleta Tirk rexne kir

Kesayetên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tundî helwesta hikumeta herêma Kurdistanê ya li hember êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê rexne kirin. Her wiha pêwîstiya pêkanîna yekitiyê li hemberî siyaseta dijberî doza Kurd destnîşan kir.

Siyasetmedaran helwesta hikumeta Başûr a li hember êrişên dewleta Tirk rexne kir
23 hezîran, 2020   06:24
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞERVÎN MISTEFA

Ji 15`ê Hezîranê ve artêşa Tirk a dagirker herêmên Şengal, Kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bombebaran dike, sivîlan dike hedef û komkujiyan pêk tîne. Her wiha êrişan li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne.

Ji ber van êrişan şêniyên başûrê Kurdistanê li dijî baregehên dagirkeriya Tirk li herêma Şêladizê û herêmên din serî hilda. Her wiha Partiya Yekitiya Nîştimanî ya Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê roja yekşemê bang li hêzên Kurd û kurdistanî kir ku yekitiyê pêk bînin û têkoşîna li dijî siyaseta hikumeta Tirkiyê berdewam bikin.

Êrişên dewleta Tirk rastî nerazîbûn û bertekên erebî û cîhanî tê, lê helwesta hinek partî û hêzên Kurd li başûrê Kurdistanê neguherî û li hember pêkanîna êrişkariya Tirk, komkujiyan û dagirkirina herêmê bê deng man.

DERBASKIRINA NAKOKIYÊN HUNDIRÎN Û PÊKANÎNA YEKITIYÊ

Di vî warî de serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê û ji Koordînasyonê Giştî yê Yekitiya Hêzên Kurd a Rojava Ebdulkerîm Siko got: "Dijminahiya hikumeta Tirkiyê bi Kurdan re ne nû ye. Ev ne cara yekemîn e ku êrişî başûrê Kurdistanê dike. Ji ber ku armanca tirkiyê ya stratejîk qirkirina kurdan e."

Siko êrişa li dijî Zaxoyê wek êrişa li dij Qamişlo hesiband.  Siko ji bêdengiya hikumeta herêma Kurdistanê û ji ber ku helwesteke cidî û diyar li hember zêdegaviyên Tirkiyê li dijî sînoran nîşan neda, bombebarkirina herêmên Başûrê Kurdistanê û pêkanîna komkujiyan li dijî sivîlan, şaşwaz maye.

Her wiha Siko bêdengiya hikumeta herêmê li hember êrişên Tirkiyê li dijî herêmê rexne kir û got: "Hikumeta herêma Kurdistanê hertim li hember êrişên Tirkiyê û dagirkirina herêmên Kurd bêdeng dimîne. Tu helwest li hember êirşên Tirkiyê li dijî Rojava ji 7 salan ve û dagirkirina xaka wê nîşan neda. Divê hikumeta herêma Kurdistanê bi gelê xwe re girêdayî helwesta wê ji êrişan, zelal û diyar be."

Siko wiha domand: "Dewleta Tirk bi hinceta ku êrişî PKK`ê dike, kurdan dike hedef. Lê êrişa wê li dijî Rojava û herêmên başûrê Kurdistanê çi wateyê dide?"

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Ebdulkerîm Siko pêwîstiya pêkanîna yekitiyê û hebûna lêvegerekê ku birayarên xwe jê digirin,  destnîşan kir. Siko bang li Kurdan kir ku li hember êrişên li dijî doza Kurd bibin yek û bigihêjin lihevkirinekê.

‘KURD TENÊ BI XIYANETÊ BI BIN DIKEVIN’

Girêdayî heman mijarê endamê Partiya Komara Kurdistanê Bekir Mihemed Îsa êrişa Tirkiyê li dijî başûrê Kurdistanê û komkirina hêzên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dan û standinên yekitiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev ve girê da û got: "Armanca wan êrişan, binxistina lihevkirina Kurd û astengkirina gavên yekitiyê ye."

Îsa wiha berdewam kir: "Êrişên Tirkiyê piştî ku hêz û tevgerên Kurd êdî hindek maye yekitiyê pêk bînin, zêde bûn. Tirkiyê wê lihevkirinê weke xeteriyekê li ser xwe dibîne."

Îsa dît ku ne tenê Tirkiyê berpirsa wan êrişan e, lê belê dagirkerên her çar parçeyên Kurdistanê di doza Kurd û tunekirina wan de dibin yek. Li rex wê jî hevkariya hinek kurd bi êrişkera Tirk re.

Îsa diyar kir ku ji bilî yekitî û derbaskirina nakokiyên hundirîn tu rê li pêşiya hêzên Kurd tune ye ji bo ku lihember siyaseta Tirkiyê bisekinin û got: Ji bilî xiyaneta hundirîn kesek nikare vîna gelê Kurd tune bike yan jî zaîf bike.

Di nav gotinên xwe de Îsa behsa dema êrişên Tirkiyê li dijî herêmê kir û got: "Her carê ku Tirkiyê û hikumeta herêma Kurdistanê lihev dicivin, êrişên Tirkiyê di roja din de destpê dikin. Tu nêrînek din ji bilî hevkariya hikumetê bi êrişên Tirkiyê re tune ye. Heger ne wisa bûya, lihember serhildana gel li Şêladzê nedisekinîn."

Îsa rave kir ku şerme Partiya Demokrata Kurdistanê û hikumeta herêmê destê xwe bikin destê Tirkiyê û gelê xwe bikujin û wiha pê de çû: "Her kesê bi Tirkiyê re dide û distîne û dest wî di kuştina gelê Kurd de heye wek dijminê kurdan tê hesibandin. "

‘ÊRIŞA DEWLETA TIRK DIJBERIYA YEKITIYA NÎŞTIMANÎ YE’

Hevseroka Partiya Têkoşînê ya Demokrat Xunav Mele êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên başûrê Kurdistanê şermezar kirin. Xunav got: "Erdogan armanc dike, danûstandinên yekitiya nîştimanî ya Kurd ên ku di vê dawiyê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidar dikevin û bandor li yekitiya gelê Kurd li tevahiya kurdistanê dike, bibin bixîne."

Xunav di berdewama gotinên xwe de bang li hikumeta herêmê kir ku êrişên Tirkiyê red bike, ji bêdengiya xwe derkeve û helwesta xwe ji wan êrişan zelal bike. Her wiha bang li gelê Kurd kir ku dakevin qadan, êrişan şermezar bikin û banga yekitiyê bikin.

Xunav Mele pesna rola jinan li başûr û Rojavayê Kurdistanê li hember êriş û hemleyên qirkirinê yên Tirkiyê li dijî kurdan da û got: "Jin her tim di serhildanên li dijî siyaseta dagirkeriya Tirk bû pêşeng û dagirkirina welatê xwe red kir."

Hevseroka Partiya Têkoşînê ya Demokrat bang li tevahiya hêz û partiyên Kurd kir ku bibin yek û eniya parastina doza kurd xurt bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/E75ZTRo1yo8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>