Şehîdê Berxwedana Serdemê Zagros li Hesekê hate veşartin

Cenazeyê şervanê QSD'ê Samî Abulrehman (Zagros Hesekê) bi merasîmekî girseyî li goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê hate veşartin.

Şehîdê Berxwedana Serdemê Zagros li Hesekê hate veşartin
Şehîdê Berxwedana Serdemê Zagros li Hesekê hate veşartin
Şehîdê Berxwedana Serdemê Zagros li Hesekê hate veşartin
Şehîdê Berxwedana Serdemê Zagros li Hesekê hate veşartin
Şehîdê Berxwedana Serdemê Zagros li Hesekê hate veşartin
Şehîdê Berxwedana Serdemê Zagros li Hesekê hate veşartin
Şehîdê Berxwedana Serdemê Zagros li Hesekê hate veşartin
Şehîdê Berxwedana Serdemê Zagros li Hesekê hate veşartin
Şehîdê Berxwedana Serdemê Zagros li Hesekê hate veşartin
23 hezîran, 2020   17:42
HESKEÊ

Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Samî Abulrehman (Zagros Hesekê) ê di çarçoveya Berxwedana Serdemê ya Efrînê birîndar bûbû û 21'ê Hezîranê şehîd bû bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şehîd Zagros ji ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî ji dehan erebeyan pêk dihat ber bi goristana Şehîd Diwar a li gundê Dawidiyê yê bakurê bajêr ve ketin rê.

Li goristanê merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên QSD û YPJ'ê ve hate lidarxistin û deqeyeke rêz hate girtin. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Îbrahîm Hisên û fermandarê Meclisa Leşkerî ya Hesekê Hisên Selmo sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Di axaftinan de hate gotin ku şehîd Zagros 58 rojan li herêma Efrînê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe da û birîndar bû, tevî birîna xwe xeta têkoşînê dewam kir û erka ku diket ser milê wî bi cih dianî.

Kesên axivîn diyar kirin ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê berdewam in, li bermaberî wî gel bi vîn û  îsareke xurt parastinê dike. Axaftivanan  soza şopandina xeta şehîdan dan.

Piştî axaftinan endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Girseya gel cenazeyê şehîd di nava durşmeyên "Şehîd namirin" û tilîliyên dayikan spartin axê.

ANHA