Li Girê Spî gel li dijî bikaranîna lîreyê Tirkiyê daket qadan 

Dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagir kirine, bikaranîna lîreyê Tirkiyê li gel ferz dike. Gelê Girê Spî ev yek protesto kir.

Li Girê Spî gel li dijî bikaranîna lîreyê Tirkiyê daket qadan 
Li Girê Spî gel li dijî bikaranîna lîreyê Tirkiyê daket qadan 
Li Girê Spî gel li dijî bikaranîna lîreyê Tirkiyê daket qadan 
Li Girê Spî gel li dijî bikaranîna lîreyê Tirkiyê daket qadan 
22 hezîran, 2020   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ji hundirê bajarê Girê Spî yê dagirkirî diyar kir ku bi armanca şermezarkirina biryara dawîn a bikaranîna lîreya Tirkiyê û zêdebûna nirxê nan, şêniyên bajarê Girê Spî dikan girtin û li pêşiya "Meclisa Herêmê" protesto kirin.

Bi sedan şêniyên bajarê Girê Spî li pêşiya qaşo Meclisa Herêmê û Çerxerêya Şaredariyê kom bûn û sloganên şermezarkirina siyaseta birçîkirinê û kiryarên serokê "Meclisa Herêmê" Wail Ehmed şermezar kirin. Duh meclisê biryarnameyek ragihand û tê de îşaret bi kirîna nan bi lîreyê Tirkiyê kir.

Çavkaniyan parve kir ku nirxê kîsê nan ku 8 nan tê de hene, bi 200 lîreyên Sûriyê bû, lê dagirkeriya Tirk ev yek red kir û nirxê nan bi lîreyê Tirkiyê diyar kir anku niha her kîsek nan bi 400 lîreyên Sûriyê ye.

Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lîreyê Tirkiyê ferz kiriye û gelek pereyê kaxez û hesin daxist sûkê.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qBXVNfQhwts" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>