​​​​​​​Ciwanên Kurd û Ereb: Em rê nadin dagirkeran

Ciwanên Kurd û Ereb ên perwerdeya taktîkên parastina li dijî dagirkerên Tirk û çeteyên wê dibînin, got “Em ji hev hêz digirin û em rê nadin dagirkeran.”

22 hezîran, 2020   09:53
EYN ÎSA

Ciwanên Eyn Îsayê ya ku di bin êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ye, ji bo axa xwe ji dagirkeran biparêzin, perwerdeyên giran dibînin. Ciwanên Kurd û Ereb di hemû demên rojê de taktîkên parastinê dibînin. Ciwan di  germa sincirî de perwerdeyê dibînin û bi kelecana parastina gel û welatê xwe li dijî dagirkeran, dijîn.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser Eyn Îsayê dest pê kirin, ciwanên jin û mêr ên herêmê ji bo axa xwe li hember dagirkeran biparêzin, pêşniyara perwerdeyê kir. Dewreya perwerdeyê ya li ser xwesteka ciwanên Kurd û Ereb hat vekirin, bi kelecaneke mezin didome.

‘EM JI HEV HÊZÊ DIGIRIN’

Dilber a ku alîkariyê dide perwerdeya ciwanan, wiha got: “Perwerde bi reng û kelecanê derbas dibe. Ciwanên ku beşdarî perwerdeyê bûne, bi ezma parastina axa xwe ji dagirkeran, hemû perwerdeyên zehmet jî bi serkeftî derbas dikin.”

Ciwanê bi navê Ehmet Hamad Hişa yê ji Reqayê got: “Em spasiya komîteyê dikin ku ji bo perwerdeyê destekê didin me. Perwerdeya me pir xweş û serkeftî derbas dibe. Ya herî xweş jî ew e ku em bi hevalên xwe yên Kurd û Ereb re ne. Armanca me hemûyan parastina ax û gelê me ye. Ji ber vê jî em hêzê ji hev digirin.”

‘EM RÊ NADIN DAGIRKERAN’

Ciwana bi navê Cîhan Mihemed Mustafa der barê pêvajoya perwerdeyê de wiha axivî: “Em di perwerdeyê de her roj tiştekî nû fêr dibin. Ji bo em xwe li hember êrişên dijminên xwe biparêzin, me perwerde daxwaz kir. Ji ber wê jî em pir bi kelecan in.”

Remedan Mistefa Ehmed jî got: “Ji bo em xwe, gelê xwe biparêzin û axa xwe ji çeteyan rizgar bikin, em li vir in. Em rê nadin çete û dagirkeran. Em ê bi vîneke mezin li dijî dagirkeran bisekinin.”

‘HETA EM BERDÊL NEDIN, EM NIKARIN XEYALÊN XWE BI CIH BÎNIN’

Ciwanê bi navê Semîr Heye diyar kir ku perwerdeya wan zehmet e, lê ew parastina li hember dagirkeran fêr dibin.

Ciwana bi navê Werdê Mihemed jî got: “Em diwestin, lê heta ku em newestin, kedê nedin, xuhê nerijînin em nikarin li ser piyan bimînin. Heta em berdêl nedin em nikarin xeyalên xwe bi cih bînin.”

(bm)

ANHA