PYD`ê li Kobanê rêzecivîn li dar xistin

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi armanca şîrovekirina rewşa dawî ya herêmê di aliyê siyasî û pêşketinên leşkerî de û çawaniya derbaskirina Qanûna Qeyser, rêzecivîn li gelek gund û navçe û bajarokên Kobanê li dar xistin.

PYD`ê li Kobanê rêzecivîn li dar xistin
PYD`ê li Kobanê rêzecivîn li dar xistin
PYD`ê li Kobanê rêzecivîn li dar xistin
PYD`ê li Kobanê rêzecivîn li dar xistin
22 hezîran, 2020   08:37
KOBANÊ

Di civînên ku li navçeyên  Şêran, Qena û Çelebiyê û bajarokên Taşlok, Bêndir û Til Xezal û gundên Helencê û Minazê hatin lidarxistin de, bi dehan şênî amade bûn.

Di civîna gundê Minazê yê rojavayê bajarê Kobanê de hevseroka PYD`ê ya şaxa herêma Firatê Bêrîvan Hesen axivî.  Bêrîvan Hesen behsa gavên ji bo yekitiya kurdî kir û ev yek wek gaveke erênî bi nav kir.

Bêrîvan da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriye û Başûrê Kurdistanê dike da ku projeya demokratîk a li Bakurê Sûriye têk bibe û hewldanên ji bo yekitiya nîştimanî vala xira bike.

Bêrîvan Hesen bal kişand ser pêkanîna Qanûna Qeyser û encamên wê li ser herêmê û wiha dewam kir: "Di encama zîhniyeta şovenîst a hikumeta Sûriyê de ku hemû çareserî red kirin û destûr neda ku destûra Sûriye were guhartin da ku alozî çareser bibe, ev qanûn hate ferzkirin. Helbet wê bandora vê qanûnê li ser herêma me jî çêbe."

Di dawiya axaftina xwe de, Bêrîvan got ew hewl didin bi rêya vekirina projeyên çandiniyê û kargehên xwarinê, li kêleka gelê xwe bisekinin da ku ev alozî derbas bibe.

Di dawiya civînan de, rêveberiya PYD`ê bi gel re mijarên herêmî û girêdayî şêniyan nîqaş kirin û PYD`ê li daxwazên wan guhdar kirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TBKP3rgLELw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>