Şêx û rûspiyên Lîbyayê piştgirî dan xîtaba El-Sîsî

Meclisa Şêx û Rûspiyên bajarê Terhûna yê Lîbyayê piştgirî da xîtaba serokê Misirê ya derabarê Lîbyayê de.

Şêx û rûspiyên Lîbyayê piştgirî dan xîtaba El-Sîsî
20 hezîran, 2020   18:47
BINXAZÎ

Serokê Misirê Abdullfetah El-Sîsî îro daxuyand ku her destwerdaneke raste rast a Misirê li Lîbyayê êdî rewa ye û anî ziman ku  "Amadebûna hêzên Misirê ji bo şerekî êdî bûye pêwîstiyek."

Li ser vê Meclisa Şêx û Rûspiyên bajarê Terhûna ya Lîbyayê piştgirî ane xîtaba El-Sîsî.

Meclisa di daxuyaniyê de bi bîr xistin ku ew piştgiriyê dide xîtaba serokê Misirê Abdullfetah El-Sîsî ya derbarê Lîbyayê ya de ya ku bi beşdarbûna qebîleyên Lîbyayê hate dayîn. El-Sîsî teqezî li ser girîngiya serdestiya Lîbyayê û parastina wê û ewlehiya netewî ya Erebî kir.

Meclisê got, "Destwerdana Tirkiyê mêtîngerî ye, ku hewl dide dest deyen ser hêz û berhemên me,  tevna civakî ji hev bixîne û mîraseya Osmanî vegerîne. Her wiha Lîbyaya veguherand hembêzgeha teror û çeteyên DAIŞ'ê."