Cenazeyê şehîd El-Elî hate veşartin

Bi sedan şêniyên Reqa û gundewarê wê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdulbasit El-Elî spartin axê. Her wiha nasnameya şervanê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Îbrahîm El-Abdullah hate eşkerekirin.

Cenazeyê şehîd El-Elî hate veşartin
Cenazeyê şehîd El-Elî hate veşartin
Cenazeyê şehîd El-Elî hate veşartin
Cenazeyê şehîd El-Elî hate veşartin
Cenazeyê şehîd El-Elî hate veşartin
20 hezîran, 2020   17:46
REQA

Şênî û endamên saziyên sivîl û leşkerî û rûspiyên êlên herêmê li Goristana gundê Hikumiye kom bûn û tev li merasîma oxirkirina cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ebdulbasit El-Elî bûn ê ku di 15`ê Hezîranê de di encama bûyera kuştinê ne diyar de şehîd bûye.

Piştî wergirtina cenazeyê merasîm bi deqeyek rêzgirtin li gel torenek leşkerî destpê kir.

Paş fermandarê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Ebdo Reqa axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Îro em di şertûmercên dijwar re derbas dibin. Madem dijminên me êrişî welatê me dikin em ê şehîdan bidin û gel û axa xwe biparêzin."

Di dawiya axaftina xwe de Ebdo Reqa soza şopandina rêya şehîdan ji bo parastina destkeftiyên wan û ewlehiya herêmê da.

Di merasîmê de Saziya Malbatên Şehîdan a Reqayê nasnameya endamê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Îbrahîm El-Abdullah (Luqman El-Hekîm) eşkere kir.

Piştî xwendina wesîqeyên şehadetên her du şehîdan radestî malbatên wan hatin kirin.

Girseya gel cenazeyê şehîd Ebdulbasit El-Elî di nav tilîliyên dayîkan de li goristana gundê Hikumiye veşatin.

(şx)

ANHA