Xwepêşandana li Şêladizê didome, PDK hêz dişîne navçeyê

Li gorî nûçeya RojNews’ê xwepêşandana welatiyên Şêladizê ya li dijî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker didome. Welatiyên hewl didin ber bi baregehên dewleta Tirk a dagirker ve biçin, ku rastî mudaxeleya hêzên PDK’ê tên, rageşiya di navbera welatiyan û hêzên PDK’ê de didome. Hat ragihandin ku PDK aliyekî jî hêzeke zêde ya leşkerî sewqî navçeya Şêladizê dike.

Xwepêşandana li Şêladizê didome, PDK hêz dişîne navçeyê
20 hezîran, 2020   17:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevî hemû mudaxeleyên hêzên PDK’ê li kolan û cadeyên navçeya Şêladizê xwepêşandana welatiyan a li dijî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker didome.

Welatiyên bi israr hewl didin ber bi baregehên leşkerî yên artêşa Tirk ve biçin rastî mudaxeleya bi gaz û guleyên plastîk ên hêzên PDK’ê tên.

Li gor agahiyên dawî PDK ji Duhok û Amediyê hêzên leşkerî sewqî Şêladizê dike.

Xwepêandan tevî hemû mudaxele û astengiyan bi dirûşmên li dijî dewleta Tirk a dagirker û artêşa wê didomin.

<iframe width="640" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mjQjnz8nZ4E" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>