​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-6-2020`AN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-6-2020`AN
19 hezîran, 2020   23:00

Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

Ji ber şerên dawîn di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên Tirkiyê de li Idlibê bi dehan sivîl birîndar û astengdar bûn. Bi taybet ji ber ku çeteyan sivîl ji şerên xwe bi hikumeta Sûriyê re dûr nexistin. Ji ber wê hejmara birîndaran zêde bû.

Endamê Foruma Olan a Helebê şêx Umer El-Şamî têkiliyên Kurd-Ereb pîroz kir û got: “Pêwîste ev têkiliya ku misogeriya ola Îslamê dikin, bê geşkirin. Em ji hev nabin, ji ber em xwediyê fikra azad in."(BI WÊNE Û DÎMEN)

Gerînendeya Çandiniyê ya navçeya Eyn Îsa cureya desteka ku dê ji cotkaran re pêşkêş bike eşkere kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinên Qamişlo diyar kirin ku armanca sereke ya êrişên Tirkiyê yên domdar li dijî Kurdistanê hejandina ewlehiya herêmê û têkbirina vîna gelên resen e. Jinan bang li jinan li Kurdistanê kirin ku li dijî tevhaiya sûcên dagirkeriya Tirk li dijî Kurdan bibin yek. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Karkerê paqijiyê yê bajarokê Ratle bang li Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şarederiyan a Meclisa Sivîl a Reqayê kir ku hejmara karkeran zêde bike. komîteyê jî destnîşan kir ku dê di zûtirîn dem de ev daxwaz pêk were. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

Çalakvan û lêkolînerê hiqûqî Ebdulrehman El-Batran diyar kir ku civaka navdelwetî li şûna bêdengiya xwe dikare Tirkiyê muhesebe bike û dozên wê bişîne Konseya Ewlehiyê ya Navdewletî. Her wiha destnîşan kir ku civaka navdewletî ji bo pêkanîna berjewendiyan, li hember sûcên Tirkiyê bêdeng e.

Hevbestvan Mihemed Abdulezîz got lihevkirina destpêk der barê yekitiya Kurd de pêngaveke dîrokî ye, divê tevahî partî li gorî berpirsyariya vê pêvajoya  hesas ku herêm tê re derbas dibe, tev bigerin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Têkildarî zêdekirina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hêza xwe ya leşkerî li gundên Til Temir, navçeya Eyn Îsa û Zirganê, lêkolînerê Sûrî Ehmed El-Dirzî anî ziman ku Tirkiyê gefan ne tenê li kurdan dixwe, di heman demê de li Lîbya û Misirê jî gefan dixwe.

ANALÎZ

Sînorên di navbera Çîn û Hind de êdî ne ewle ne. Ew sînor heta zêdetirî çar serdema ewle bû. Lê ji Sêşema borî ve ew sînorên di navbera her du welatên ku niştecihên wan ribê şêniyên cîhanê ne de,  mîna berê neman. Her du welat ji mezintirîn hêzên nuklerî li cîhanê têne hesibandin. Li gel wê jî buroya girêdanê ya di navbera her du Koreyan de wêran bû.

JIN

Jinên ji bajarê Eyn Îsayê diyar kir ku bila dagirker baş zanibin ku çi bibe bila bibe, ger yek ji wan jî bimîne axa xwe bernadin û dê li pêy şopa şehîdan bin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

Komîteya Çandiniyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê rolek di piştgiriya cotkarên bajarokê Hecîn de dilîze bi taybet girêdayî rêbazên nû yên avdanê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA