Jinên Eyn Îsa: Yek ji me jî bimîne em axa xwe bernadin

Jinên ji bajarê Eyn Îsayê diyar kirin ku bila dagirker baş zanibin ku çi bibe bila bibe, ger yek ji wan jî bimîne axa xwe bernadin û dê li pêy şopa şehîdan bin.

Jinên Eyn Îsa: Yek ji me jî bimîne em axa xwe bernadin
20 hezîran, 2020   04:43
EYN ÎSA – CÎHAN BÎLGÎN – MIHEMED EL-EHMED

Jinên bajarê Eyn Îsayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê û sewqiyatên leşkerî li gundên Eyn Îsayê gotin: “Erdê ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan parastina wê erkekî sereke ye.”

Jina bi navê Semîra Edhem Welo ku hevjînê wê şehîd e, got: “Ev ax ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgar kirin. Heya dawî em li pêy şopa şehîdên xwe ne. Em dagirkeriyê di welatê xwe de naxwazin. Hemû dewlet bi çavê xwe dibînin ku li herêmên me zilm û hovîtî tê meşandin, lê bêdengin. Piştî ku axa me bi xwîna şehîdan hat avdan, em ji axa xwe dernakevin. Li herêmên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, sûc li dijî vîn û bedena jinê tê kirin. Em van sûcan napejirînin. Bila dagirker baş zanibin ku çi bibe bila bibe, ger yek ji me jî bimîne em axa xwe bernadin.”

‘EW ÇIQAS ÊRIŞ BIKIN, EM Ê JÎ EWQAS LIBER XWE BIDIN’

Besê Qado ku 2 zarokên wê di Şoreşa Rojava de şehîd bûne, diyar kir ku ew ê li dijî dagirkeriyê çekê hildin û got: “Dewleta Tirk a dagirker ji bo Kurdan tune bike her tiştî dike. Welatê me dagir kirin, êrişên cinsî li dijî jinan pêk anîn, zeviyên me şewitandin. Her tiştê li dijî exlaqê mirovahiyê dikin. Em zilmê napejirînin û serî ji dagirkeran re natewînin. Dixwazin ku em stuyê xwe ji wan re xwar bikin. Ev der warê me ye û ew li warên me de sewqiyatên leşkerî pêk tînin. Ew çiqas êriş bikin,  em  ê jî ewqas li hemberî wan bisekinin.”

‘GER MIRINEK HEBE WÊ LI SER AXA ME BE’

Îslim Qewas dayîka şehîdekî anî ziman ku xwîna zarokê wê li ser vê erdê hatiye rijandin, parastin jî wekî erkekî sereke ye  û wiha domand: “Dewleta Tirk niha dixwaze vir jî dagir bike û talanê li vir jî berdewam bike. Em dixwazin dewleta Tirk ji axa me derkeve. Heya xwîn di laşê me de hebe em ê li dijî êrişan bisekinin. Xwîna bi hezaran şehîdên me li ser vê xakê rijiya. Ger mirinek me hebe jî wê li ser erdê me be. Em ê heya dawî têkoşîna xwe berdewam bikin û rê nedin dagirkeran.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IfWF5x53El0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>