Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê li bajarê Qamişlo buroya xwe vekir

Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo buroya xwe vekir.

Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê li bajarê Qamişlo buroya xwe vekir
19 hezîran, 2020   16:38
QAMIŞLO

Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo buroya xwe vekir. Gelek siyasetmedar û rewşenbîr beşdarî merasima vekirinê bûn. Di merasîmê de sekretera partiyê Fesla Yûsif axivî. Fesla di destpêka axaftina xwe de bixêrhatina mêvanan kir û got: "Wê ev navend cihê giftogoyê, aşîtî û aramiyê be, cihê kar û xebatê be"

Fesla bal kişand ser daxuyaniya li ser hevdîtinên Kurd- Kurd a di  17`ê vê mehê de hatibû ragihandin û got: “Ew daxuyanî cihê  şanaziyê bû, lê li cem dijminê me cihê dilnexweşiyê bû.

Em dibêjin di vê qonaxa hestiyar de ji me tê xwestin ku em gaveke mezintir li pey vê gave bavêjin, em karibin projên xwe yê neteweyî kurdî û kurdistana Sûrî bidin pêş û em serê xwe ji bercewendiyê miletê xwe re bitewînin".

Fesla diyar kir ku gava ku avêtine ne li dijî ti pêkahateyên herêmê ye û got: "Em bi hêvîne bi awayek wekhevî, karibin deverek aram ji miletê xwe re ava bikin. Da ku em paşeroja Sûriyê xweş bikin û azad bikin.”

Fesla Yûsif di dawiya axaftina xwe de spasiya hemû alî û kesayetên ku di danûstendinê kurdî-kurdî de cîh girtine, kir.

(s b/b h)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GYr4bnCx0pc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>