Şêniyên Efrînê: Dagirker jêdera dexlê me dike hedef

Şêniyên herêma Efrînê yên li navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa ya Efrînê sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li djiî koçberan şermezar kirin û bang li civaka navdewletî kirin ku sînorekî ji binpêkirinên dagirkeran re deynin.

Şêniyên Efrînê: Dagirker jêdera dexlê me dike hedef
Şêniyên Efrînê: Dagirker jêdera dexlê me dike hedef
Şêniyên Efrînê: Dagirker jêdera dexlê me dike hedef
Şêniyên Efrînê: Dagirker jêdera dexlê me dike hedef
Şêniyên Efrînê: Dagirker jêdera dexlê me dike hedef
Şêniyên Efrînê: Dagirker jêdera dexlê me dike hedef
19 hezîran, 2020   14:47
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM – XANDÎ ELO

Artêşa Tirk a dagireker û çeteyên wê rojane sivîlên li gund û navçeyên kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa ya kantona Efîrnê dikin hedef.

Dagirkeran îro gundên Minix û Bînê yên derdora navçeya Til Rifetê, gundên Dêr Cemal, Soxanekê û Aqîbê yê navçeya Şêrawayê dan ber topbaran. Di encamên de rûbereke berfireh a zeviyên ceh û genim şewitîn.

Dema ku şênî berî da gundên navborî da ku şewatê vemirînin dagirkeran ew topbaran kirin.

Endamê Rêveber ê Meclisa Navçeya Şêrawayê Wehîd Hemîdo diyar kirk u dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji sibehê de zêdeyî 40 top avêtin gundên navçeyên Şêrawa, Şera û Şehbayê, ji ber wê rûbereke berfireh a zeviyên çandiniyê şewitîn.

Hemîdo diyar kir ku artêşa dagirker bi rêya hedefgirtina zeviyên çandiniyê şêniyan  ji çavkaniya dexlê wan mehrûm dikin û got: "Şênî di metirsiyê de ne ji ber ku çavkaniya rizqê wan tê hedefkirin û nikarin nêzîk bibin ji bo ku şewatê vemirînin."

Welatiyê bi navê Mihemed Xubarî jî got: "Sibeha em li ser dengê topên dagirekeriya Tirk ên li ser gund û zeviyên me yên çandiniyê şiyar bûn. Şênî çûn ji bo ku şewatê vemirînin, lê dagirkeran dîsa herêmê da ber topan."

Xubarî diyar kir ku "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi zanebûn zeviyên çandiniyê dişewitînin da ku em fêdê jê negirin. Ev ne cara yekemîn e ku ku gundên navçeya Şêrawayê tên topbarankirin."

Li navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê xwendekarên Efrînî bang li civaka navdewletî kirin ku sînorekî ku binpêkirinên Tirkiyê û çeteyên wê re deynin.

Xwendekara bi navê Zîlan Hebo got: "Artêşa Tirk a dagirker hema bêje rojane me dike hedef da ku nehêle em perwerdeya xwe ya bi zimanê dayikê berdewam bikin, ev yek bandorê li perwerdeya me dike."

Zîlan diyar kir ku dagirker bi taybet xwendekar û zarokan dike hedef û komkujiyan li dijî wan pêk tînin. Her wiha malên sivîlan topbaran dikin da ku wan careke din bide koçberkirin.

Di berdewama axaftina xwe de Zîlan got, şêniyên Efrînê yên hatine koçberkirin serî ji dagirkeran re natewînin û anî ziman ku berxwedan berdewam e ta dagirker ji xaka Sûriyê derkevin.

Xwendekarê bi navê bi nave Ehmed Mihemed binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên li djiî şêniyên Efrînê yên li navçeya Til Rifetê şeremzar kirin û got, dagirker dixwaze îradeya gelê herêmê bişkîne û fitneyê di navbera pêkhateyên Sûriyê de derxîne.

Mihemed bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bi lez mudaxele bikin û sînorekî ji sûcên dagirkeran ên li Şehbayê deynin.

ANHA