‘Divê tevlîbûna gelê Kurd di yekîtiya kurdî de hebe’

Rewşenbîr û nivîskarên Kurd razîbûna xwe li ser meşandina qonaxanên danûstendinên kurdî-kudî diyar kirin û bi gaveke pîroz bi nav kirin û gotin divê tevlîbûna gelê Kurd di yekîtiya kurdî de hebe.

‘Divê tevlîbûna gelê Kurd di yekîtiya kurdî de hebe’
‘Divê tevlîbûna gelê Kurd di yekîtiya kurdî de hebe’
19 hezîran, 2020   14:13
QAMIŞLO

Komîta Rewşenbîrên Rojava îro, li bexçê Xwendinê yê bajarê Qamişlo ji bona danûstendina li ser hevgirtina kurdî , çawaniya çareserkirin pirsgirêkên di nava aliyên kurdî de û ji bona gotarên zikerşiyê ku piştî serkeftina qonaxa yekemîn ji giftogên kurdî-kurdî de komcivînek li dar xist.

Di komcivînê de çalakvan, ekadîmisyon û rewşenbîrên sebixwe û yê cihê xwe di nava partiyên siyasî kurdî digirin de jî beşdarbûn. Komcivîn bi deqeyek rêzgirtin destpêkir.

Komcivîn li ser bingeha di xalan hatibû li darxistin xala yekemîn "hevrêziya kurdî" û "gotarên zikreşiyên ku li dijî kurdan tên gotin".

Destpêkê axaftivanan razîbûna xwe li ser derbaskirin qonaxa yekemîn ji giftigoyên kurdî-kurdî de anîn ziman û bi gaveke pîroz bi nav kirin dan zanîn ku ew li hêviya ku di demeke nêzîk de rêkeftina dawîn we re imze kirin û yekhelwesteke kurdî we re diyarkirin.

Mizgîn Zêdan Hevseroka Partiya Guhertin a Demokratî Kurdistanî der barê gotarên zikreşiyê yê ku li dijî kudan tên gotin diyar kir ku dijminê gelê kurd ger ne yekbin li ser kurdan xwe dikin yek û got: "Divê nivîskar û rewşenbîrên kurd pênûsê xwe bi karbînin li ser kes yan aliyên ku naxwazin yekitiya kurdî avabibe".

Paşê serokê Kongra Civaka Îslamî mele Mihemed El Xerzî li ser xala gotarên zikreşiyê da zanîn ku divê mirov li ser kesê ku zikreşiyê dike venegirîne ji ber ku bi vegerandinê nirx ji wan re we tê dayîn û got: "Bila kurd zanibin ku kî bi dû wan de ye ku naxwazin bibin yek"

Mele Mihemed li ser rêya yekitiya kurdî diyar kir ku gelê kurd bi hezarên salan li ber xwe daye wê hê jî li ber xwe bide û wê kelemên li pêş wê derkevin wê derbasbike û got: "Rêya me rêya yekitiyê ye, divê em dev ji gotegotan berdin û em hazirbin ji guhertina xwe re"

Di dawiyê de kesên beşdar pişniyazê xwe diyar kirin her wiha nerînên xwe bi hev re parve kirin li ser çawaniya nêzayektiyên kurdî-kurdî.

Hêjayî gotinê ye Komîta Rewşenbîrên Rojava di 13`ê Adarê de ji aliyê rewşenbîrên kurd ve hat avakirin, komîte bi mebesta li darxistina civînan ji bona nerîn, raman û pêşniyarên xwe yên guncaw der barê pirsgirêkên kurdan pêşkêş bikin hat avakirin.

ANHA