Şaredariya Qamişloyê dest bi kolandina bîrekê kir

Şaredariya Gel a Qamişloyê banga şêniyên taxa Hilêliyê ya projeyekê çandina daran li taxê, bersivand û dest bi kolandina bîrekê kir.  

Şaredariya Qamişloyê dest bi kolandina bîrekê kir
Şaredariya Qamişloyê dest bi kolandina bîrekê kir
Şaredariya Qamişloyê dest bi kolandina bîrekê kir
19 hezîran, 2020   12:05
QAMIŞLO

Bi armanca zêdekirina rûbera şînkahiyê li Qamişloyê û çêkirina cihekî taybet ji bo seyranê, komeke şêniyên taxa Hilêliyê projeyeke çandina daran di erdekî bi firehiya 2 donim û nîv li ser sînorê di navbera Sûriye û Tirkiyê de, da destpêkirin.

Her wiha nêzî 660 darên sinober, sefsaf û fêkî yên cur bi cur hatin çandin, lê ji ber ku jêderên avê jê dûr bûn, pirsgirêk di avdanê de dîtin û ji ber vê yekê jî bang li Şaredariya Gel a Qamişloyê hate  kirin ku vê pirsgirêkê  çareser bikin.

Abdulhekîm Şukrî Holî ku beşdarî projeyê bûbû, spasiya şaredariyê  kir û got kolandina bîrê wê karê wan hêsantir bike. Şukrî Holî diyar kir ku tê payîn kehrebeyê bidin herêma Hilêliyê da ku rûbera çandinê fireh bikin.

Tê payîn ku kolandina bîrê tevî alavên avdana daran heta 2 rojan bi dawî bibe.