​​​​​​​Balafirên dewleta Tirk bombe li gundên Dihok û Amêdiyê barand

Balafirên dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Sêxê yê Xiristiyanan a girêdayî Dihok û devera Nêrwe û Rêkan a ser bi navçeya Ameêdiyê barand.

​​​​​​​Balafirên dewleta Tirk bombe li gundên Dihok û Amêdiyê barand
18 hezîran, 2020   15:13
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî nûçeya ANF‘ê, di saet 15:30’an de balafirên artêşa Tirk a dagirker çiyayê Qeşefrê yê nêzî gundê Sêcê yê Xiristiyanan a girêdayî bajaroka Sêmêla ser bi Dihokê bombebaran kirin.

Gundê Sêcê yê Xiristiyan lê dijîn 10 kîlometran ji bajaroka Sêmêlê dûr e.

Li aliyekî din jî hate ragihandin ku balafirên şer ên dewleta Tirk deverên Nêrwe û Rêkan ên ser bi navçeya Amêdiyê ya girêdayî parêzgeha Duhokê û pişta çiyayê Zêbaryan ê Şêladizê jî bomberdûman dikin.

Balafiran sînorê gundê Bêşêlê yê ser bi Kanîmasî jî bomberdûman kirin.

Têkildarî encamên bombebaranê heta niha ti agahiyeke zelal nehatiye stendin.