Erebistana Siûdî nerazîbûn nîşanî êrişên Tirkiyê û Iranê yên li ser Iraqê da

Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî êrişên Tirkiyê û Îranê yên li ser xaka Iraqê şeremzar kirin û hişyariya xeteriya êrişan li ser ewlehiya herêmê da.

Erebistana Siûdî nerazîbûn nîşanî êrişên Tirkiyê û Iranê yên li ser Iraqê da
18 hezîran, 2020   14:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî der barê êrişên dewleta Tirk û Îranê yên li ser xaka Iraqê de daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê tîwtterê parve kir û got: "Em êrişên Tirkiyê û Îranê yên li ser xaka Iraqê şermezar dikin. Destwerdana li karûberên dewleteke Erebî nayê qebûlkirin û binpêkirinek e. Her wiha ewlehiya erebî û herêmê tehdîd dike û li dijî rêgez û belgeyên navdewletî ne."

Wezaretê piştgiriya xwe bi Iraqê re nîşan da û got: "Qiralyeta Erebistana Siûdî  bi Iraqê re ye di her tedbîrekê de ji bo parastina serdestî, ewlehî û îstîqara xaka wê."