Ciwanên Efrînê li dijî dagirkeriyê meşiyan

Îro bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Sûriyê ya herêma Efrînê bi meşekî êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî Şengal û Wargeha Mexmûr û herêmên Parastina Medya şermezar kirin.

Ciwanên Efrînê li dijî dagirkeriyê meşiyan
Ciwanên Efrînê li dijî dagirkeriyê meşiyan
Ciwanên Efrînê li dijî dagirkeriyê meşiyan
Ciwanên Efrînê li dijî dagirkeriyê meşiyan
17 hezîran, 2020   17:50
ŞEHBA

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Sûriyê ya herêma Efrînê li gundê Babinsê yê girêdayî navçeya Ehdas li kantona Şehbayê kom bûn û li dijî êrişên Tirkiyê  meşiyan.

Ciwanan wêneyên şehîdan, Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û pankartên bi nivîsên `Mirin û rûreşî ji xiyanetê re`, `Bijî Yekitiya Kurd` û `Bi hêrsa malbatên şehîdan em ê agirê Îmraliyê vemirînin` hildan.

Meş ji deriyê têketina gund ber bi qada gund ve destpê kir. Ciwanan sloganên şermezarkirina dagirkeriya Tirk û silavkirina berxwedana Şengal  û Efrînê berz kirin.

Meş li qadê rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de piştî deqeya rêzgirtin endama tevgerê Evîn Bilal axivî û êrişên Tirkiyê şermezar kirin. Evîn destnîşan kir ku berxwedana li dijî dagirkeriyê li tevahiya Kurdistanê berdewam e.

Her wiha endamê tevgerê Reşîd Efrîn axivî û got: "Gelê Şengal û Xakrukê piştgiriya Berxwedana Serdemê kirin û li rex şêniyên Efrînê sekînin. Divê em jî piştgiriya berxwedana wan bikin."

Meş bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedanê bidawî bû.

(şx)

ANHA