El-Mihbaş: Rejîma Erdogan dijminê hemû gelên herêmê ye

Ebd Hamid El-Mihbaş anî ziman ku hikumeta Sûriyê ji hilweşîna rewşa Sûriyê û destwerdana derve li welat berpirsyar e.

El-Mihbaş: Rejîma Erdogan dijminê hemû gelên herêmê ye
17 hezîran, 2020   13:42
QAMIŞLO

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê re civiya. Civîn li avahiya meclisê ya navçeya Amûdê hate lidarxistin.

Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebd Hamid El-Mihbaş û Bêrîvan Xalid û cîgirên wan, hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Tehlet Mûsa û hevserokên deste, rêveberî û buroyên meclisê di civînê de amade bûn.

El-Mihbaş diyar kir ku desteya serokatî li herêma Cizîrê gelek civîn ji bo nirxandina geşedanan li dar xistin û bi bîr xist ku desteyê ji bo dema bê bernameyek daniye da ku li nêrîn û pirsgirkên gel guhdar bike.

‘HÊZÊN SERWER DIXWAZIN TEMENÊ ALOZIYÊ DIRÊJ BIKIN‘

El-Mihbaş rewşa siyasî nirxand û got: "Ji ber pergalên hakim, piraniya dewletên Rojhilata Navîn di nava krîzên aborî, siyasî û civakî de ne. Hin dewlet bi rêya ajnîdeyên xwe destwerdanê li karûberên hundirîn ên dewletên Erebî mîna Sûriye, Iraq, Lubnan, Yemen, Lîbya û Misirê dikin. Armanca wan temenê aloziyan dirêj bikin da ku karibin planên xwe pêk bînin."

‘ÇARESERIYEKE NÊZÎ NÎN E‘

El-Mihbaş got: "Em tu nîşaneyên çareseriyê li asoyan nabînin. Her yek ku mudaxeleya rewşa Sûriyê de xwedî ajnîde ne."

‘HIKUMETA SÛRIYÊ SEDEMA MUDAXLEYA DERVE YE‘

Ebd Hamid El-Mihbaş anî ziman ku hikumeta Sûriyê ji hilweşîna rewşa Sûriyê berpirsyar e û got: "Hikumeta Sûriyê bi serhikşkbûna xwe û neguhdarkirina daxwazên gel sedema mudaxeleyên derve yên di karûbarên Sûriyê de ye."

Al-Mihbaş di berdewama axaftina xwe de îşaret bi rola negativ a Qeter û Tirkiyê di aloziya Sûriyê de û got: "Aliyên yekemîn ên ku di destpêka şoreşê de êrişî Sûriyê kirin Hemed Bin Casim û Erdogan in."

‘TIRKIYÊ GELÊ HERÊMÊ BI KAR TÎNE‘

El-Mihbaş destnîşan kir ku rejîma Tirk gelê Sûriyê bi kar anî, ew da koçberkirin û dewletên Ewropayê bi wan şantajî kir, gelê Sûriyê kir mîna amûra kirîn û firotinê û wiha pê de çû: "Rejîma Tirk piştî ku penaber bi çek kirin raste rast mudaxeleya Sûriyê kir, gelek herêm mîna Cerablus, Ezaz, Bab, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin û hişt ku gelê Sûriyê bi xwe hevdu bikuje. Rejîma Erdogan dijminê tevahî gelên herêmê ye, Kurd, Ereb û Suryan. Rojane herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef da ku mozayîka civakê herêmê xirab bike û nakokiyan di navbera pêkhateyan de derxîne."

El-Mihbaş destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bi çareserkirina aloziya Sûriyê ya bi rêya dilyalogan re ye û ev tişt got: "Her çiqas ku Rêveberiya Xweser serkeftin bi dest xist êrişên li dijî wê zêde bûn. Delîlê vê ye êrişa dewleta Tirk a dagirker a 9‘ê Cotmeha 2019‘an e û dagirkirina wê beşin ji xaka herêmê ye."

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dawiya axaftina xwe de got: "Dibe ku parçeyek ji erdîngariya herêmê ji dest me cube, lê em neşkest û me dikarî dijminahiya Tirkiyê bibersivînin û sînorekî ji zêdegaviyên wê re deyinin. Me ji cîhanê re xuya kir ku Rêveberiya Xweser rêveberiyeke aktîv ku gel xwe bi rêve dibe."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/31ocqwKUKec" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>