Mamoste: Divê em fikrên rêber Abdullah Ocalan di nava civakê de belav bikin

Mamosteyên navçeya Til Hemîsê got "Rêber Abdullah Ocalan bi fikrên xwe yên ronî karî mirovên şoreşger ava bike. Lewra divê fikrên wî di nava çînên civakê de belav bibin da ku civak kesê ku ji bo azadiya gelê xwe û gelên herêmê xwe feda dikin, nas bikin."

Mamoste: Divê em fikrên rêber Abdullah Ocalan di nava civakê de belav bikin
17 hezîran, 2020   06:29
QAMIŞLO-ŞIHAB EL-EHMED

Ruxmî pêkhatina hinek hevdîtinan bi rêber Abdullah Ocalan re lê desthilata Tirkiyê ji 2015`an ve tecrîdeke giran lê ferz dike. Hevdîtina dawîn di 15`ê Adarê de pêk hat, bi taybet piştî bûyera şewatê li Îmraliyê di 27`ê Sibatê de. 

Şêniyên navçeya Til Hemîsê dibînin ku girankirina tecrîdê li dijî rêber Abdullah Ocalan, tê wateya çewisandina azadiya welatî û nepêkhatina wekheviyê di navbera çînên civakê de.

Mamoste Semer Nasir bang li dewletên Ereb û rojavayî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku tecrîdê bi dawî bike û got: "Divê rewşenbîr fikrên rêber Abdullah Ocalan di nava çînên civakê de belav bikin û di pratîkê de pêk bînin."

Semer destnîşan kir ku nêrîn û felsefeya rêber Abdullah Ocalan, alîkariya wan kir ku hevjiyana azad pêk bînin. Semer bang li rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî kir ku çareseriyekê bibînin û tecrîdê bi dawî bikin.

Girêdayî heman mijarê mamoste Mihemed Salih got rêber Abdullah Ocalan bi fikrên xwe yê ronakbîr û mirovî ku li ser bingeha biratiya gelan ava kirine, karî mirovên şoreşger ava bike. Ev fikr li dijî siyastên mêtinger e, lewma mêtingeran bi hevkariya aliyên cîhanî ew dîl girt.

Salih wiha pê de çû: "Serok bi bedenê xwe girtî ye lê fikr û baweriyên wî belav bûne. Kesên xwedî şeref li ser şopa wî çûn û fikrên wî di nav civakê de belav dikin. Delîl jî jiyana hevpar a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

Di dawiyê de Salih îşaret pê kir ku divê rêber Abdullah Ocalan û her kesê ku ji bo gelê xwe feda kir serbest were berdan. Salih bal kişand ser rola neyînî ya ku rêxistinên mirovî û hiqûqî lîstiye û diyar kir ku ew erkên xwe bi cih naynin û tecrîdê bi dawî nakin.

Mamoste Cemal Meter zelal kir ku rêber Abdullah Ocalan di encama komployekê de dîl hate girtin û gel jî banga azadiya wî dike û got: "Tecrîd ne rewa ye û bi komployeke navdewletî tê ferzkirin."

Meter îşaret bi rola rewşenbîran û çînên civakê kir û got: "Divê rewşenbîr ji civakê re xuya bikin kî Serok e. Divê di mizgeftan de ji xwendekaran re û li ser dazgehên ragihandinê were denasîn ji bo ku civak serokê ku ji bo azadiya gelê xwe û gelên herêmê xwe feda dike, nas bikin."

Di dawiyê de Salih got: "Heger ew rêxistinên mirovî bûna, wê serok biparastina û bi rêya dazgehên çapemenî axivîbûna û civakan navdewletî muxateb girtibana. Serok parêzvanê jin û bindestan e. Divê civak çand û felsefeya wî biparêze û bikeve kûrahiya wê."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/f1ht0Njn6zk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>