`Gelê Kurd bi yekitiyê dê êrişên Tirkiyê têk bibe`

Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê bêdengiya hikumeta herêma Kurdistanê li hember êrişên artêşa Tirk vegerand gelek dosyayan ku hikumeta herêmê bi dagirkeriyê ve girêdayî ye. Her wiha îşaret pê kir ku gelê Kurd bi yekitiyê dê êrişên Tirkiyê li dijî tevahiya Kurdistanê têk bibe.

`Gelê Kurd bi yekitiyê dê êrişên Tirkiyê têk bibe`
17 hezîran, 2020   06:09
HESEKÊ-BASIL REŞÎD-COZA ÎBRAHÎM

Tirsa AKP`ê bi serkêşiya Erdogan ji projeya Kurd bi taybet nêzîkbûna partiyên siyasî yên Kurd ji hev û rûniştina wan li ser masayekê, zêde dibe. Ji ber wê bi awayekî domdar êrişî gelê Kurd û herêmên wan dike. Bi rêya qirkirina gelan û pêkhateyên herêmê hewl dide sazûmaniya imperatoriya osmanî ya nû careke din saz bike.

Piştî ku Tirkiyê êrişî herêmên Şengal, Wargeha Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medya li başûrê Kurdistanê kir, di encama bêdengiya domdar a hikumeta herêma Kurdistanê li hember wan êrişan de, li her çar parçeyên Kurdistanê gel, partî û siyasetmedar nerazîbûnên xwe nîşan dan.

ÇER KU VÎNA ME BI HÊZ E DAGIRKERIYA TIRK DEV JI ÊRIŞÊN XWE LI DIJÎ HERÊMÊ BERNADE

Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Cîhan Xelîl di hevdîtineke taybet de bi ANHA’yê re êrişên artêşa Tirk a dagirker  li dijî herêmên Şengal, Mexmûr, Qendîl û Herêmên Parastinê Yên Medya li Başûrê Kurdistanê şermezar kirin. Cîhan Xelil destnîşan kir ku komployên dagirkeriya Tirk li dijî gelê Kurd ji kevn ve domdar in û got: "Çer ku vîna gelê Kurd û hêza wî xurt e dagirkeriya Tirk êrişên xwe li dijî herêmên me ranawestîne."

Cîhan Xelil diyar kir ku ji bo berxwedana li hember êrişên Tirkiyê û şikandina wê divê yekitî bi lez li tevahiya parçeyên Kurdistanê pêk were û got: "Êrişên domdar li dijî Başûrê Kurdistanê cudahî naxe navbera gelan çi Kurd an jî Ereb an jî Suryan û hwd dibe. Tevahiya gelên herêmê dikarin berpirs bin û êrişan bişkînin. Ji ber ku Tirkiyê qirkirina gel û pêkhateyan armanc dike."

WÊ YEKITIYA ME ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK TÊK BİBE

Cîhan Xelîl bal kişand ser ku ruxmî zehmetiyên derdikevin lê yekitiya di navbera partiyan û siyasetmedaran de pêwîst e û wiha pê de çû: "Divê em hewl bidin û di pêkanîna yekitiyê de bi israr bin. Ji ber ku yekitiya me wê êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên me têk bibe."

DAGIRKERÎ HEWL DIDE GELÊ KURD BERBELAV BIKE(PARÇE BIKE)

Cîhan Xelîl anî ziman ku armanca sereke ya dagirkeriya Tirk ew ku gelê Kurd parçe bike, destkeftiyên ku ciwanên wê bidest xistine têk bibe û vîna gelê Kurd bişkîne. Lewra dagirkeriya Tirk bi awayekî domdar êrişî herêmê dike.

RUXMÎ BINPÊKIRINAN LÊ HIKUMETA HERÊMÊ BÊDENG E

Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Cîhan Xelîl rave kir ku bêdengiya herêma Kurdistanê berdewam e. Cîhan bang lê kir ku xwedî berpirs be û li hember binpêkirina Tirkiyê serdestiya herêmê bêdeng nemîne û got: "Ew bi xwe dibêjin ew nikarin dijberî dewleta Tirk bisekinin ji ber ku herêma Kurdistanê di gelek dosyayên aborî, siyasî û bazirganî de bi Tirkiyê re girêdayî ye û sînorên wê pê re hene."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TNnjRI5qoUg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>