Li herêma Firatê lembeyên kuçeyan tên danîn

Desteya Rêveberiya Giştî ya Jîngehê ya Herêma Firatê li herêma Firatê bi armanca ronîkirina kuçe û kolanan dest bi projeya lembeyên kuçeyan kir.

Li herêma Firatê lembeyên kuçeyan tên danîn
15 hezîran, 2020   08:41
KOBANÊ

Rêveberiya Giştî ya Jîngehê ya Herêma Firatê dest bi danîna lembeyên kuçeyan kir û pêngava yekemîn a projeyê li bajarê Kobanê dest pê kir.

Rêveberiyê stûnên (beşt) lembeyan ên kevn ên li kolana Meheta (Stasyonê) ya li naverasta bajarê Kobanê rakirin û dê stûnên şewqê yên lêzerê deynin,  ji ber enerjiyê dabîn dike.

Stûnên kehrebeyê dê ji têketina bakurê bajêr û heta bi Qada Jina Azad were danîn, her wiha dê stûnan li naverasta kolanan jî deynin.

Têkildarî mijarê hevserokê Rêveberiya Giştî ya Jîngehê ya Herêma Firatê Semîr Elî diyar kir ku armanca wan ji danîna van stûnan ew e ku hîn zêdetir kehrebeya bajêr xurt bibe û rewşa bajêr bedewtir bibe.

Semîr Elî di dawiya axaftina xwe de got di zûtirîn demê de dê herêma Firatê bi temamî ronî bibe û di halê hazir de wan li rojavayê bajarê Kobanê û hin taxan stûn danîn.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IuAknJ8EKDA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>